Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e 2023-04-03 09:02:33 ÎZMÎR - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoya têkçûnê de xwe ji hilbijartinê re amade dike û wiha got: “Li gorî me biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê biryareke binirx e. 3 meh, rojek, saetek be jî em bêdengbûna çekan binirx dibînin.”   Tirkiye di nava krîzên siyasî, aborî û civakî de di 14 gulanê de ber bi hilbijartinên giştî û serokkomariyê ve diçe. Di hawireke ku enflasyon roj bi roj bandorê li kolanan dike û hêza kirînê kêm dibe de li aliyê din bi operasyonên siyasî di serî de kurd tê xwestin ku mûxalîf bên bêdengkirin. Bi taybetî piştî erdhejên di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn û bandor li 10 bajaran kir, hilweşîna pêk hatî û mirina bi deh hezaran welatiyan asta krîza civakî ya pêk hatî raxist ber çavan.    Li dijî hemû rewşên awarte yên pêk hatin, şerê ku desthilata AKP’ê li dijî gelê kurd daye dest pê kirin didome. KCK’ê piştî erdhejên navenda wan Mereşê, ji bo birînên gel derman bike, biryara bêçalaktiyê wergirt. KCK’ê pişt re ragihand ku ev biryar heta 14’ê gulanê an ku hilbijartinê dirêj kiriye.    TIRKIYE TÊK DIÇE    Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, krîzên civakî, siyasî û leşkerî yên Tirkiye di nav de ye nirxandin.    Tahmaz, diyar kir ku Tirkiye di nava pêvajoyeke têkçûnê de ye û bal kişand ser hilbijartinên 14’ê gulanê. Tahmaz, anî ziman ku hilbijartin wê nîşan bide ku ka derfetên derketina ji vê pêvajoya têkçûnê dê hebe an na heke hebe jî wê çiqas bandorê lê bike û wiha got: “Tifaqa Cûmhûr ku niha welat bi rê ve dibe, sozên qanûnên ku wê mafên jinan ji holê rakin dide. Vê jî bi hinceta parastina malbatê dike. Lê li cîhanê hemû saziyên tîpên kevin tên nîqaşkirin. Di pêvajoyeke ku dubendiya erkên malbatê û rola jinê tê pirsîn de, bi saya têkoşîna jinan a li cîhanê, Tirkiye bi helwesteke jirêderketî re mafên jinan ji holê radike. Bi ya min ev yek nîşan dide Tirkiye riziyaye û ber bi têkçûnê ve diçe.”    DIVÊ TIRKIYEYA NÛ ÇAWA BE?   Tahmaz, da zanîn ku ji bo sala 200’emîn a Komarê nîqaşên bingehîn hene û pirsa “Divê Tirkiyeya nû çawa be?” wiha bersivand: “Tirkiyeya nû ku di hişê me de divê di esasê xwe de pergaleke parlamenter a pirreng be ku tê de demokrasî bi awayekî gerdûnî pêk were û bi saziyên xwe re bê xebitandin. Tişta ez dixwazim bibêjim divê welatekî ku felsefeya damezrîner a komarê û şêweyê sazûmanbûna wê were pirsîn. Di felsefeya damezrîner a komarê de Tirkiye civakeke pir çandî, pir zimanî û pir bawerî ye. Wê demê divê Komara nû modela jiyana bi hev re ya van avahiyan bi cudahiyan re ava bike.”   ‘TU TIŞT JI AŞTIYÊ BIQIYMET NÎNE’   Tahmaz, diyar kir ku nêzî saleke rêya ku dê rêya çareseriya pirsgirêka kurd çawa be tê nîqaşkirin û wiha berdewam kir: “Em weke Weqfa Aştiyê difikirin ku ji bo aştiyê divê derî bê vekirin. Vekirin an venekirina wê derî qasî serdestan di destê me de ye jî. Banga me ew e ku; tu tişt ji aştiyê bi qiymettir nîne, ji bo aştiyê divê firsendeke biçûk jî heta dawiyê binirxînin. Ji bo ku dê ev çawa çêbibe divê ewil bingeha muzakereyê were avakirin. Ji ber vê yekê gotinên Kiliçdaroglû yên di hevdîtina HDP’ê de anîne ziman biqiymet in.”   PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI BÎR XIST   Di berdewamê de Tahmaz bal kişand ser “Pêvajoya çareseriyê” û ev tişt anî ziman: "Di pêvajoya çareseriyê de planeke AKP’ê ya ku civakê dizanî tune bû. Em bi fikirîna deriyekî ku ji aştiyê re tê vekirin û rexne kirine me piştevaniya wê pêvajoyê kir. Em niha çima ji bo CHP’ê vê nekin. Sedsaleke nû vedibe. Di vir de ji ber ku CHP damezrînera Komarê ye, bifikirin ku tiştekî bi vî rengî nayê hêvîkirin, wê şaş be. Gelo AKP ji ber ku partiyeke demokratîk e hat destekkirin? Ji ber vê yekê, ne bi lênihêrîna paşerojê, lê bi lênêrîna li pêşerojê guhertinek dikare bê afirandin. Em nizanin dê di vê rêyê de çi bibe. Em dibînin ku polîtîkaya tê xwestin were avakirin gav bi gav tê hunandin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Hesabên berjewendiyê yên hemû welatan hene. Em hewl didin di pirsgirêkeke evqas mezin de bi pêş ve biçin. Serdemeke giranbuha ji destê me çû. Ji cihê ku digotin bêvegere hate vegerandin û mirov weke di dojehê de ne.”   ‘BIRYARA BÊÇALAKTIYÊ BINIRX E’   Bi domdarî Tahmaz biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê nirxand û wiha got: “Ez dizanim ku KCK’ê di hemû pêvajoyên hilbijartinê de biryara bêçalaktiyê wergirtî ye. Ez difikirim ku biryara KCK’ê ya bêçalaktiyê karê muxalefetê hesan kiriye. Di hawireke ku mirov dimirin û pevçûn çêdibin çûna hilbijartinê feydeyê nade tu kesî. Ji ber vê yekê, her çiqas ev biryar li ser neyê axaftin jî, bi ya min haya kesên ku divê di ferqê de bin heye. Biryara bêçalakîtiyê di warê helwesta kurdan a diyarkirina di hilbijartinan de jî wê faktoreke girîng be. Em weke Weqfa Aştiyê 3 meh, rojek, saetek be jî bêdengkirina çekan binirx dibînin. Di pêvajoyên hilbijartinê de ev girîngtir dibe. Em dixwazin ku çek bi temamî ji holê bên rakirin. Di pêvajoya hilbijartinê de ne tenê ji bo herêmê ji bo herderê girîng e. Dema ji herêmê cenaze tên helwest, hest û enerjiya mirovan arasteyî cihekî din dike.”    ‘TECRÎD PIRSGIRÊKA KURD MEZIN DIKE’    Tahmaz, têkildarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan got ku 24 sal in li dijî hiqûqa gerdûnî, hiqûqek tê birêvebirin. Tahmaz diyar kir ku ne tenê Tirkiye, dewletên Ewropayê û saziyên navneteweyî jî bi awayekî cidî li ser tecrîdê nasekinin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hiqûqeke li gorî şexs tê birêvebirin. Ji mafên herî bingehîn ên mirovan bêpar e. Ev yek ne li gorî aqilî ye. Rastiya vê, pirsgirêka kurd mezin dike. Haya dewleta tirk hêj jî ji vê nîne. Ji bo rola ku Ocalan di pêvajoya çareseriyê de lîstiye, alîkarê musteşarê MÎT'ê yê wê demê bi awayekî şexsî ji wî re dibêje, ‘Ez şahid im ku rola ku we di vê pêvajoyê de lîstiye erênî ye.’ Vê tespîtê nûnerê dewletê dike. Dewleteke ku aqilê xwe bi kar tîne dê helwesta musteşarê xwe cidî bigire. Lê saziyeke dewletê ya bi vî rengî nîne.”   MA/ Semra Tûran