Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû 2023-04-03 09:41:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 172’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çirûska Azadiyê” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Hejmara 172’yemîn a Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû. Rojnameyê di manşeta xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di hejmara vê hefteyê de rojnameyê têkildarî rageşiya di navbera PDK û YNK’ê û biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya derheqê firotina neftê de bi rojnameger Necmettîn Salaz re hevpeyvîn kir. Di heman demê de nivîskar Adar Jiyan bi nivîsa xwe ya li ser zimanê dayikê û Zinar Ronî jî bi nivîsa xwe ya “HDP dizane bi kê re dimeşe” di hejmara vê hefteyê de cih girtin.