Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan 2023-04-03 11:40:20 HATAY - Li Antakyayê ji ber ku xirbeyên avahiyan nayên rakirin, kesek nikare xwe bigihîne kolanên teng. Tê gotin ku hêj niha jî di bin kavilan de cenaze hene.    Heta niha jî kesek nikare xwe bigihîne kolanên teng ên li ser Cadeya Kurtuluş a navçeya Antakya ya Hatayê. Tê gotin ku hêj niha jî li taxên Kocaabdî, Dutdîbî, Îplîk Pazari, Orhanli, Barbaros û Zengînlerê di bin xerabeyan de cenaze hene. Ji ber ku kavilên avahiyan nayên rakirin, kesek nikare xwe bigihîne cenazeyan.    Herî dawî, di roja 52’yemîn a erdhejê de ji bin kavilên eywana sporê ya li Taxa Zengînlerê cenazeyê Ahmet Retîp hate derxistin. Li gelek taxan jî kavilên avahiyan hêj mîna roja ewil li şûna xwe ne. Yek ji kolanên ku ji ber kavilan hatiye girtin jî kolana ber bi Taxa Şeyh Alî ve diçe ye. Ber bi taxê ve korîdoreke teng hatiye vekirin û bi vî awayî xwe digihînin taxê. Mizgefta taxê herifiye û bi giştî 22 cenaze jê hatin derxistin. Welatî hewl didin di wê korîdora teng de alav û amûrên xwe derxînin.    Ji şêniyên taxê Fatma Ugraş, got ku ew dixwazin ne tenê li ser cadeyan lê li kolanan jî xebat bên kirin. Ugraş, wiha domand: “Hêj niha jî cenaze tên derxistin. Gelek kes hene ku me nekariye xwe bigihînin wan. Divê em kolanên navberê ji bîr nekin. Ev kolana teng, duh hate vekirin. Ka em lê binêrin bê ka dê xwe çawa bigihînin deverên din.”    KEYA: EM DIXWAZIN KOLAN BÊ VEKIRIN   Keyayê Taxa Şeyh Alî Kemal Ugraş jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Tevahiya xelkê li kolanên Şeyh Alî mexdûr in û nikarin tiştên xwe derxîni. Hinek mal hene ku bo wan rapora ‘saxleme’ hatiye dayîn. Heke kolan werin vekirin, dê xelk tiştên xwe ji malên xwe derxîne. Kesek nikare bikev taxên Denîzcîler, Dutdîbî, Îplîk û Barbarosê. Dê xebat bihatina destpêkirin lê paşve kişandin. Me pir dixwest ku kolanên me bên vekirin lê ev daxwaza me pêk nehat.”