Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan 2023-04-03 11:53:47   WAN - Di Bazara Gel a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê de şewat derket û li gelek kargehan belav bû. Hat zanîn ku di şewatê de ziyan gihişt herî kêm 50 dikanan.    Di Bazara Gel a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê de agir berbû kargehekê. Şewat, bi saetan piştre hate vemirandin. Di şewatê de ziyaneke mezin gihişt gelek kargehan. Hat zanîn ku şewat di dikaneke cil û bergan de derketiye û piştre jî li gelek dikanan belav bû. Niha li bazarê xebatên vemirandin û sarkirinê tên kirin.    Esnafekî têkildarî şewatê agahî da û wiha got: “Şewat serê sibehê saet di 07.00’an de derket û tîmên agirkujiyê 2 saet piştre hatin. Li bazarê nêzî 300 dikan hene û herî kêm ziyan gihişte 50 dikanan. Me gelek zirar kir.”