Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin 2023-04-03 13:11:26 RIHA - Parêzerên welatiyên ku li Wêranşarê bertek nîşanî GES’ê dan û û hatin binçavkirin û îşkence li wan hat kirin, Îbrahîm Ektî got: “Leşkeran serê xwe rûpoş kirine û demek dirêj îşkence li 2 welatiyan kirine.”    Li mezraya Duzuk a bi ser gundê Kadikoyê ya navçeya Wêranşera Rihayê ve tê xwestin ku Santrala Enerjiyê ya Tavê (GES) bê çêkirin. Welatiyên gund bertek nîşanî çêkirina santrale dan. Leşkeran mudaxileyî welatiyan kir û 9 kesan kirin binçavan. Leşkeran gaza îsotê reşand ser welatiyan û bi sedan gule berdan hewayê. Hat gotin ku welatiyên hatine binçavkirin, bi îşkenceyê re rûbirû mane.    GUNDÎ NAXWAZIN PROJE BÊ ÇÊKIRIN    Parêzerê welatiyan Îbrahîm Ektî ku nûnerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ê navçeya Wêranşarê ye û diyar kir ku du sal in dibêjin ku wê projeya GES’ê bê çêkirin û heta îro tu agahiyek fermî li tu saziyên nîne. Ektî got projeya vê GES’ê dane şîrketa Kalyonê û wê jî wek taşeron daye 5 fîrmayên din. Ektî da zanîn ku gundî naxwazin li gundê wan projeyek wiha bê çêkirin û dij derketine.    ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK    Ektî anî ziman ku leşkeran bê ser û ber êrişî gundiyan kiriye û yekîneyên komandoyan li welatiyan dane, heqaret û çêr li wan kirine. Ektî destnîşan kir ku 2 welatî piştî ji binçavkirinê tên berdan û li ser rêya vegerê bi tundiya polîsan re rûbirû dimînin û got: “Leşker welatiyan disekinînin û dibêjin, ‘wesayîta we şikandî ye, hûn wisa nikarin derkevin trafîkê’. Wan ji wesayîtê dadixînin û leşker her du welatiyan dikin binçavan û li wan didin û gefan li wan dixwin. Îşkence li cihê binçavkirinê dest pê dike heta qereqolê didome. Ji her du welatiyan cîsimek hişt li serûçavê welatiyekî dixin û birîndar dikin. Dibe ku ev derb bibe sedema korbûna çavê welatî. Leşkeran rûpoş xistiye serê xwe û tundiya sîstematîk û îşkence li her du welatiyan dikin.”  Ektî got ew ê wek OHD’ê pêvajoya vê yekê bişopînin.    MA / Omer Akin