Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin 2023-04-03 13:19:04   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Amedê beriya hilbijartinê, 97 donimên bi bihayê 600 TL’an firot.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, di 27’ê adarê saet di 10.00’an de li Taxa Kayapinar a Peyasê li 5 adayan bi giştî 97 donimên erd ji bo firotinê da îhaleyê. Hat zanîn ku bihayê parsela hejmar 1 a adaya 25265, parsela hejmar 1 a adaya 25266, parsela hejmar 1 a adaya 25276, parsela hejmar 1 a adaya 25277 û parsela hejmar 1 a adaya 25278’an bi giştî 600 milyon TL ye.