Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş 2023-04-03 14:20:23 AMED -  Serap Ergîn a dayika girtî Yûnûs Emre Ergîn ku li Girtîgeha Islahiyeyê girtî ye diyar kir ku girtiyan ji girtîgeha ku di erdhejê de xesar dîtiye sewq nakin û dermanan nadin girtiyên nexweş.    Li Girtîgeha Islahiyeyê ya Dîlokê ya Tîpa T’yê ku di erdhejê de xisareke mezin dît, malbat ji bo tenduristî û ewlehiya girtiyan bi fikar in. Serap Ergîn a dayika Yûnûs Emre Ergîn ê girtî diyar kir ku girtî nikarin dermanên ku doktorê nexweşxanê ji wan re dinivisîne bigirin.    Serap Ergîn derbarê pêwendiya telefonê ya bi kurê xwe re kiriye de wiha got: “Kurê min got ku ev nêzî 2 meh in nexweş e û niha xwîn ji qirika wî tê. Ew diçe nexweşxanê, lê doktor dibêje, 'Tiştekî we tune’. Dibêjin ‘Tiştek nayê serê te’ û tenê derman dinivîse. Lê rêveberiya girtîgehê jî van dermanan nade. Tenduristiya wî roj bi roj xerabtir dibe. Ewelehiya canê wan nemaye. Li ser pêya jimartin li girtiyan tê ferzkirin. Ji ber ku girtî vê qebûl nakin, gardiyan heqaret li wan dikin û gefan li wan dixwin. Derbarê rewşê de gelek caran daxwazname didin midûriyeta girtîgehê lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn. Her wiha ji bo girtî ji ber erdhejê bên sewqkirin daxwazname nivîsandine lê bersivan wan nehatiye dayîn.”