Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e 2023-04-03 15:19:36   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 742’yemîn a Nobeta Edaletê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 742’yan de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” hate vekirin û dest bi nobetê kirin.    Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesabên Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag etîket kir û ev peyam da: “Tişta ku pîroz ne cilnimêj lê edalet e. Peyva ‘adl’ di erebî de bi hemû awayên xwe zêdetirî 30 cihên Qur’anê de heye. Ev bû 742 roj ku em Nobeta Edaletê digirin. Gelo hûn dengê me dibihîsin?”