Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin 2023-04-03 15:24:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Tirkiyeyê di 1 û 2’yê nîsanê de herî kêm 21 caran herêmê bombe kiriye.   Tevî biryara HPG’ê ya ku dê heta hilbijartinê çalakî li dar nexe jî lê deverên başûrê Kurdistanê tên bombebarankirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê ku spartiya daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên Tirkiyeyê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ev agahî hatine parvekirin:    “Di 1’ê nîsanê de herêma Girê Çarçêl a Metîna 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin. Di 1 û 2’yê nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê Girê FM û Çemço û Sîda 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”