Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan 2023-04-03 15:54:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê 2 jê zarok bi giştî 4 kes revandin û piştî fîdyeyeke zêde ji malbatên wan standin, berdan.    Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk, li bajarên Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 jê zarok bi giştî 4 welatî revandin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); çavkaniyên herêmî dan zanîn ku li navçeya Raco ya Efrînê 4 kes hatin revandin.    Hat zanîn ku welatiyê bi navê Şêxo Lûqman Hemo (24), Mihemed Luqman Hemo (15), Şêxo Ferhad Hemo (15) û Xelîl Idrîs Cafer (20) ji gundê Dik ê Racoyê hatin revandin û piştre jî ji malbatên wan fîdye hate xwestin. Hat ragihandin ku malbatan piştî ku fîdyeyeke zêde dan komên paramîlîter, her 4 welatî hatin berdan.