Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin 2023-04-03 16:09:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Giştî ya PYD’ê têkildarî 4’ê Nîsanê daxuyanî da û da zanîn ku yek ji armancên wan ên stratejîk, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û soza mezinkirina têkoşînê da.    Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.   PYD’ê, ji ewil rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li tevahiya gelên azadîxwaz, bi taybet li gelê kurd û tevahî jinên şoreşger pîroz kir û wiha got: “Em îsal 4’ê Nîsanê di demekê de ku têkoşîna azadiyê ya gelan û berxwedana gerîla gihaştiye lûtkeyê û faşîzma Tirkiyeyê hatiye ber hilweşandinê, pêşwazî dikin. Fikr û felsefeya ku xwestin bi Komploya Navneteweyî tune bike, niha li seranserê cîhanê belav dibe. Rola Rêber Abdullah Ocalan di vê sedsalê de pê radibe, ji rola wan kesên ku hêviyên gelan temsîl kirin ên mîna pêxember û ewliyayan, ne cuda ye. Ji ber ku Rêber Ocalan bi fikr, felsefe û têkoşîna xwe nirxên mirovî, fikrî, çandî û civakî diparêze. Berê civakê dide ser rêya edalet, wekhevî, azadî û demokrasiyê.”   ‘AZADIYA OCALAN ARMANCA ME YA STRATEJÎK E’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rojbûna azadiya gelê kurd û rizgariya jinan e lê belê ji bo tevahî gelan û mirovahiyê vejîn e. Pêşdîtinên Rêbertî ji siberojê re hişt ku ji bo tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û di nav de pirsgirêka jinê, çareyan bibîne. Rêbertî xwediyê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye ku îro li seranserê cîhanê deng vedaye. Fikrê Rêbertî dikeve xizmeta tevahî cîhanê, projeya ku vî fikr û îdeolojiya rizgariyê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike, bala tevahî cîhanê kişandiye. Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, yek ji armanc û pîvanên me yên stratejîk e û em soza bilindkirina têkoşîna ji bo pêkanîna wê armancê dubare dikin.”