Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin 2023-04-03 16:40:46   HATAY - Welatiyan li navçeya Samandagê ketin qada ku kavil lê tên valakirin girtin û nobeda “jiyanê” dan destpêkirin.    Welatiyên li taxa Denîzê ya navçeya Samandaga Hatayê, hatin ber stada ku kavilên erdhejê lê tên valakirin û çalakiya rêgirtinê li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin. Hevserokê HDP’a Navçeya Samandagê Naîm Ozbek di çalakiyê de axivî û got: “Em naxwazin ku kavilan bînin li vir bên valakirin. Valakirina kavilan a li vir tê maneya tunhesibandina jiyana xelkê navçeyê.” Ozbek diyar kir ku wan ji ber kavilên tên valakirin û zirara ku dide derdorê nobeda “jiyanê” dane destpêkirin.    ‘BILA XEBAT BÊ RAWESTANDIN’    Dokgor Bîlge Koylû jî destnîşan kir ku kavilên li herêmê tên valakirin xesarek zêde dide temamê derdorê û ev dibe sedema qirêjiya avê. Koylû daxwazên xelkê herêmê jî anî ziman û got ew dixwazin demildest rakirin kavilan û xebatên depokirina kavilan were rawestandin.    Piştî daxuyaniyê jî girtina rê berdewam kir. Midûra Polîsan a Samandagê Asûman Karacik hat cihê çalakiyê û carek din got “wê xebat were rawestandin.” Welatiyên çalakî ango nobed dan destpêkirin tevî ku maşîneyên kar sekinîne jî dîsa çalakiya xwe didomînin.