Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir 2023-04-03 16:48:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî ya Sûriyeyê 4’ê Nîsanê pîroz kir û li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir.    Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî ya Sûriyeyê bi boneya 4’ê Nîsanê daxuyaniyek weşand. Înîsiyatîfê 4’ê Nîsanê weke “roja vejîna neteweyî û biratiya gelan” pênase kir û da zanîn ku Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe gelê kurd ji zext û tunebûnê rizgar kir. Bi domdarî diyar kir ku Ocalan ji ber ku ne tenê ji bo gelê xwe ji bo hemû mirovahiyê xizmet kiriye, ji rêberên din cudatir e.   Înîsiyatîfê da zanîn ku Abdullah Ocalan bi ronîkirina rêya mirovahiyê ku di serdema herî dijwar û krîzê de derbas dibe, fikra modernîteya demokratîk derxistiye holê û mirovahiyê ji tarîtiyê rizgar kiriye. Înîsiyatîf anî ziman ku di encama vê berxwdanê de dewleta tirk Abdullah Ocalan dîl girt, ji mafê azadiyê bê par hişt û tecrîdeke giran lê ferz kir û hate gotin tevî wê jî Rêberê PKK’ê berxwedana xwe ya dîrokî kir.   Di dawiyê de însiyatîfê wiha got: “Tevî tecrîdê ku ji bo fikrê Rêber Abdullah Ocalan negihêje cîhanê hatiye ferzkirin, lê divê cîhan hêdî hêdî ji xewê şiyar be. Xwedî li vî fikrî bê hempa û peyamên wî yên demokrasiyê, aştiyê û biratiya gelan derkeve. Bêguman, gelê Kurd ê ku azadî, hebûn û aramiya xwe di jiyan û hebûna Rêber Abdullah Ocalan de dîtiye, di pîrozbahiya Newroza îsal de li Kurdistanê û seranserî cîhanê, piştgiriya xwe bi Rêberê xwe re rave kir û soz da ku heta dawiyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bike.”