Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt 2023-04-03 18:25:00   ŞIRNEX - Ciwanê bi navê Îbrahîm Anik xwe kuşt. Sedema xwekuştinê nehat hînkirin.      Li gundê Mendikera yê girêdayî Şirnexê ciwanê bi navê Îbrahîm Anik (25) xwe kuşt. Sedema xwekuştinê nehat hînkirin.    Piştî ku malbatê cenazeyê Anik dît, haya tenduristkaran pê xist. Cenazeyê Anik piştî rapora otopsiyê li goristana gund hat definkirin.