Aydenîz: Em ê we têk bibin! 2023-04-03 20:02:03   RIHA – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, bertek nîşanî êrişa leşkeran a li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk ku xwest li Xelfetiyê veke û got: "Em ê mezin bi ser bikevin, hûn ê jî mezin bi bin bikevin."    Partiya Çep a Kesk ku dest bi xebatên hilbijartinê kiriye, xwest li Taxa Gogan a navçeya Xelfetiyê ya Rihayê buroya hilbijartinê veke. Beriya vekirinê leşkeran bi hinceta "qedexeya lidarxistina çalakiyan" ya walîtiyê gotin ku muzîk qedexe ye û bi ava şid êriş bir ser girseyê. Di encama êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Erdal Er, Saîd Dede û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û gelek kesên din ku cihê ku dê buro lê bê vekirin, êriş şermezar kirin û daxuyanî dan.    Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişa leşkeran a li dijî vekirina buroyê û wiha got: “Em ji bo vekirina buroyê hatin vir. Lê wekî ku dixuyê, li holê dîmeneka derbeyê heye. Tam pratîkeke derbeyê ye. Em rastî dîmenekê hatin ku tirs gıhiştıya asta heri jor. Em di pêvajoya hilbijartinê de ne, em ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçin. Em rastî dîmenekî wiha hatin ku bê çi qas ji vê hilbijartina dîrokî ditirsin. Nahêlin em biçin buroya hilbijartinê ku em dixwazin wê vekin. Difikirin ku dê bi vê zîhniyetê demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Lê Tirkiye bi vê mekanîka derbeyê û vê zîhniyetê her ku diçe zêdetir di bibin dikeve û her diçe faşîzm bêtir xwe bis azûman dike. Em Partiya Çep a Kesk ber bi hilbijartinê ve me xwest em buriya xwe ya hilbijartinê ya ewil vekin, lê em vê yekê şermezar dikin û buroyê venakin. Em dixwazin îro bi venekirina vê buroyê bidin der ku bê faşîzm çawa tê sazûmankirin."    ‘EM Ê BIBIN SEBEBA WINDAKIRINA WE'   Aydenîzê diyar kir ku ew ê bi venekirina buroya hilbijartinê her derî bikin buroyên hilbijartinê û wiha berdewam kir: “Me ji tirsa we ya li vir dît hûn ê di vê hilbijartinê de têk bişin. Ev tirs besî we ye. Me bi vê tirsa we dît ku bê em, gel, jin û ciwan çawa hêviya gelên Tirkiyeyê û gelê kurd in. Hûn jî dizanin ku em ê bi Partiya Çep a Kesk re rê li ber demokratîkbûna gelên Tirkiyeyê vekin, lewma hûn pir ditirsin. Belê, belkî em îro li vir vê buroyê venekin, lê dê her qad bibe buruya me. Em ê tax bi tax bixebitin û bibin sedema windakirina we. Em ê mezin bi ser bikevin û hûn ê jî mezin winda bikin. Ev dîmen, bi awayekî eşkere pênaseya vê yekê ye. Em ê bibin sebeba windakirina we."    TECRÎD   Aydenîzê destnîşan kir ku tiştên diqewimin bi polîtîkayên şer û tecrîdê ve girêdayî ne û got ku ew ê di 14'ê Gulanê de bi rastiya welatekî demokratîk şiyar bibin.    Daxuyanî bi tilîliyan û berzkirina "jin, jiyan, azadî"yê bi dawî bû.