Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin 2023-04-03 21:34:14   AMED - Mehmet Zengealp ku di sala 1993'yan de ji ber hin sedemên siyasî hatibû girtin, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Zengeralp, li Balafirgeha Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.    Mehmet Zengeralp ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Bandirma ya Balikesîrê ya Hejmara 1'ê derket, li Balafirgeha Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.   Zengeralp, di sala 1993'yan de li Şirnexê hatiye binçavkirin û paşê li Amedê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatiye darizandin û bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" 36 sal ceza lê hatiye birîn. Zengeralp piştî ji 4 payên cezayê lê hat birîn 3 par xelas kirin, di 3'yê Çileyê de diviyabû bihata berdan, lê bi hinceta ku li girtîgehê dirûşme berz kirine berdana wî 3 mehan hatiye taloqkirin. Zengeralp îro ji Girtîgeha Bandirmayê derket. Zengeralp ku gava hatiye girtin 26 salî bûye, di 56 saliya xwe de ji girtîgehê derketç   Xizmên Zengeralp, rêveberên MA-TÛHAYDER'ê û hevalên Zengeralp ew li Balafirgeha Amedê pêşwazî kirin. Zengeralp li balafirgehê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.    Balıkesir Bandırma 1 No’lu Cezaevi’nde tutuklu Mehmet Zengeralp, 30 yıllık tutukluluğun ardından akşam Diyarbakır Havalimanı'nda alkış ve zılgıtlarla karşılandı.   Zengeralp piştî pêşwazîkirinê tevî kesên hatin ew pêşwazî kirin ber bi gundê Mezirkê bi rê ket.