Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin 2023-04-03 22:35:33   ŞIRNEX - Endamê HPG’ê Selîm Adiyaman ku li Hezexê hatibû binçavkirin û rastî muameleyeke xerab hatibû hat girtin.    Endamê HPG’ê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) li herêma Zergûza Banê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ji aliyê komeke sivîl ve ku wek cerdevan û nokeran tên xuyakirin, hatibû dorpêçkirin û rastî tundiyê hatibû. Kesên ku Adiyaman dorpêç kiribûn, ew radestî leşkeran kiribûn. Adiyaman ku li Serfermandaariya Cendirmeyan a Şirnexê dihat ragirtin, sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê biryara girtina Elbak da û ew şand Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.    Malbata Adiyaman a ku me xwe gihandê, girtina Adiyaman piştrast kir û got ku pîştî ku wan dîmen li ser hesabên medyaya civakî dîtiye berê xwe dane Şirnexê û sê rojan li Şirnexê mane û piştî hewledaneke mezin wan hevditin bi kurê xwe re kiriye. Malbat ragihand ku tenduristiya Adiyaman baş bûye.    Her wiha serdozgeriya Komarê ya Şirnexê jî biryara “veşarî” daniye ser dosyeya lêpirsîna der barê Adiyaman.