ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-04 09:00:03     * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi tespîta “AKP bibe otorîte wê xwe biqedîne” îşaretî van rojan dikir û di nav van 8 salan de hem mafdariya wî xwe nîşan da hem jî hêza wî ya çareseriyê mezin bû.   * Girtî Fîkret Erden, di erdheja Mereşê de 3 rojan di bin kavilan de maye û platîna di milê wî yê rastê de şikestiye. Erden, ji wê çaxê heya niha nehatiye dermankirin.   * Mexdûrên erdhejê yên li Bazarcixê di konan de dimînin diyar kirin ku ew ji şert û mercên zivistanê xelas bûne, lê wê havîn dijwartir be û doza konteyneran kirin.    * Lijneyên îdare û çavdêriyê yên li girtîgehan di nava 2-3 salan de herî kêm berdana 138 girtiyan taloq kirine. Serokê ÎHD a Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn anî ziman ku bi şewitandina înfazan re girtî careke din tên cezakirin.    * Di ser giştînameya Wezareta Dadê ya ji bo berdana girtiyên nexweş re 3 meh derbas bûn, lê hê jî girtiyekî siyasî nehatiye berdan. Ji 3 kesên hatine berdan dudu jê ji ber doza derbeya leşkerî û yek jî ji ber sûcek edlî hatibûn girtin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 473’yemîn de berdewam dike.   * Di pêşengtiya KCD, TJA, DBP, HDP û MED TUHAD-FED’ê de bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” ber bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve meşek were lidarxistin.    * Bi boneya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî û aktîvîte bên lidarxistin. (10.00-14.00)   * Saziyên sivîl ên civakî têkildarî îlankirina herêma afetê ya Êlihê wê li avahiya baroyê daxuyaniyê bidin. (12.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan dê di civîna koma Meclisê ya partiya xwe de biaxive. ZINDÎ   * Danişîna doza derbarê rojnamevan Sezgîn Kartal de hatiye vekirin wê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bê lidarxistin. (13.00-14.00)   * Partiya Çep a Kesk wê li navçeyên Sancaktepe, Beyoglû û Esenyurtê yên Stenbolê buroyên hilbijartinê veke. (16.00-20.30)