Bazarcixî konteyniran dixwazin 2023-04-04 09:02:17   MEREŞ - Mexdûrên erdhejê yên li Bazarcixê di konan de dimînin diyar kirin ku ew ji şert û mercên zivistanê xelas bûne, lê wê havîn dijwartir be û doza konteyneran kirin.    Mexdûrên erdhejê yên li Bazarcixa Mereşê di konan de dimînin ji ber daşirên li dûr hatine çêkirin, pirsgirêkên paqijiyê û şert û mercên dijwar ên hewayê bi gazin in. Mexdûrên erdhejê ku daxwaza wan a ji bo konteyneran tê paşguhkirin, ditirsin ku di havînê de nexweş bikevin.    ‘ALÎKARIYA DEWLETÊ KÊM E'   Ji mexdûrên erdhejê yên li konên ku li Taxa Fatîh û Cengîz Topelê hatine danîn dimînin Mûstafa Horoz diyar kir ku wan hemû pereyê xwe ji bo xaniyên xwe xerc kirine û piştî ku xaniyên wan hilweşiyane bêçare mane. Horoz anî ziman ku piştî erdhejê bi 3-4 rojan kon gihiştîne wan û wiha got: “Gelê me yê welatparêz di 2-3 rojên ewil ên erhdejê de bi hawariya me de hat. Mirovên me yên welatparêz ên li derve tim alîkarî kirin. Piştî roja sêyan dewlet daket qadê û kon danîn. Lê me alîkariya dewletê pir nedît. Alîkariyên niha tên jî pir hindik in."    ‘GER DEWLET BELA XWE DI GEL NEDANA...'   Horoz qeyûmê ku tayînî koordînasuyona krîzê ya li Gundê Hasankocayê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat avakirin bibîr xist û wiha domand: "Di koordînasyonê de rayedar û rêveberên HDP’ê hebûn. Ji ber vê dewletê ev hezm nekir û qeyûm tayîn kir. Gava ku dewletê qeyûm tayinî koordînasyonê kir, mirov cardin mexdûr bûn. Ger bela xwe di me nedana, ew alîkariya hat Hasankocayê dê têra tevahiya Bazarcixê bikira. Alîkariyên li wir bi awayekî koordîneyî dihatin belavkirin. Lê mirovên me yên dilxwaz dihatin astengkirin. Xwezî dewletê di vê mijarê de bela xwe di gel nedana. Em têra hev bûn. Em di vî warî de mexdûr in û mexdûriyeta me hê jî berdewam dike."   KONTEYNERAN DIXWAZIN   Horoz diyar kir ku 56 roj di ser erdhejê re derbas bûne lê hê jî pirsgirêka di warê daşir, serşok û avê de nehatiye çareserkirin û ev tişt ragihandin: “Pirsgirêka xwarinê jî heye. Rewş xirab e. Bi rastî jî di erdhejê de gel gelekî mexdûr bû. Ez nizanim dê dawî di kur derê."   Horoz da zanîn ku dewletê ne li Bazarcixa Jêrê, li Bazarcixa Jorê konteyner danîne û got ku konteynerên heyî têr nakin. Horoz doza konteyneran kir.    KONTEYNER NEDANE WAN   Remziye Zorbayê jî diyar kir ku konteynir nedane wan û got ku ew çûye qeymeqamtiyê konteyner xwestiye, lê jê re gotine "Ji ber ku navnîşa we û xesûya te yek e, ji te re dernayê." Zorbay, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me demeke zehmet derbas kir. Pirsgirêkên di warê daşirê de hene. Daşir li cihekî dûr çêkirine. Bi rastî jî şert û merc zehmet in. Lê gava em derbasî konteyniran bibin dê baştir bibe."    Bi domdarî Zorbay bilêv kir ku demek bi şûn de dê havîn bê û wiha pê de çû: "Dê gurî û nexweşînên din çêbibin. Em ê çawa di konan de îdare bikin? Bi awayekî ji heq şert û mercên zivistanê derketin. Lê wê havîn zehmetir be. Her kes wê biçe, îjar kesên konteynerên wan tune ne wê çi bikin? Ez konteynirê dixwazim. Pir zor e, tenê yên di vî halî de dizanin."    Mûstafa Kasarca jî destnîşan kir ku di konan de diqefilin û got: "Em tî û birî û bê ardû» man. Me gelek eziyet kişand. 54 roj in em di konan de ne. Em gelekî mexdûr in. Gelek pere hat Tirkiyeyê, lê kesî neda me. 4-5 stunên mala min şikiyane. Ger dewlet xanî hilneweşîne em ê wî biselihînin. Herî kêm dê 500 hezar TL lê here. Ez ê vî pereyî ji ku bînim?"    ALÎKARÎ BI DEST ME NEKET   Hatîce Balçînê jî got: "Em 6 rojan di bin berf û baranê de bûn. NE dewlet ne jî AFAD'ê alîkarî nekir. Kes nehat cem me. Tu tiştekî me tune ye. Alîkarî qet negihaye me. DIbêjin tiştekî qolonê xaniyê we tune ye. Lê dîwar perîşan bûne. Eşyayên me di hundir de ne. Lê perê me tune em wan derxin. 5-10 kes tên, 20 hezar TL dixwazin. Em ê ji ku bînin? Em konteynirê dixwazin."    MA / Rûkiye Adiguzel