Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin 2023-04-04 09:02:59   ŞIRNEX - Girtî Fîkret Erden, di erdheja Mereşê de 3 rojan di bin kavilan de maye û platîna di milê wî yê rastê de şikestiye. Erden, ji wê çaxê heya niha nehatiye dermankirin.   Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zext û êrişên li ser girtiyan dewam dikin. Girtî ji mafê xwe yê herî bingehîn bê par in û bi awayekî dijwar tên tecrîdkirin. Ji ber polîtîkayên dewletê yên li dijî girtiyan heta niha bi sedan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan jî hatine qetilkirin.    Li navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê di 6'ê sibatê de bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhêj çêbûbûn. Di encama van erdhejan de bi hezaran kes di bin xirebeyên avahiyan de mabûn. Di van erdhejan de girtîgeh jî xesar dîtibûn. Girtiyê bi navê Fîkret Erden ku di  Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de dima, piştî erdhejê tevî hevalên xwe di bin kavilan de maye. Di erdhejê de platîna di milê rastê yê Erden de şikestiye. Piştî ji bin kavilan hatiye derxistin ew nebirine nexweşxaneyê û sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hatiye kirin. Erden li vir rastî heman nêzîkatiyê hatiye û tevî hemû daxwazên wî yên ji bo sewqkirina nexweşxaneyê jî ew nebirine nexweşxaneyê. Erden, ji wê rojê heya niha nehatiye dermankirin û ji ber platîna şikestî ya di milê wî de nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne.    NEHATINE DERMANKIRIN   Dayika Fîkret Erden, Sidika Erden diyar kir ku kurê wê di rewşeke nebaş de ye û wiha axivî:" Kurê min seqet e. Laşê wî hemû birîndar e. Dema ku erdhêj çêbû kurê min û hevalên wî jî di bin kavilan de man. Kurê min û hevalên xwe 3 rojan bin kavilan de man. Kesek bi hawara wan de neçû. Di telefonê de ji me re got ku, gelek hevalên wî birîndar bûne û rewşa gelekan ji wan jî nebaş e. Me nedizanî ku di çi rewşê de ne û piştre ew birine Kirikkaleyê. Li wir jî ew kirine girtîgeheke ku hê nehatiey temamkirin. Tiştên ku me ji wan re şandine jî radestî wan nekirine. Ev tiştê ku ew dikin ne tiştekî însanî ye. Girtî tên tecrîdkirin. Dema ku em ji bo hevdîtinê diçin girtîgehê jî nahêlin em derbas bibin. Em 3 caran di lêgerînê re derbas dikin. Me di lêgerîna tazî re derbas dikin û heta ku porê me jî vedikin. "   NIKARE MILÊ XWE BILEBITÎNE   Bi domdarî Erden anî ziman ku destê rastê yê kurê wê niha nalebite û got ku çendî ji bo vê daxwazname dane jî wî nabin nexweşxaneyê û êşa wî zêde dibe. Erden, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev 4 meh in ez neçûme hevdîtinê. Rewşa wî çawa ye, nizanim. Dibêje platîna ku di milê wî de şikestiye û gelek diêşe. Di hevdîtina herî dawî de ji me re got,' 'ji bo ku min bibin nexweşxaneyê ez daxwaznameyan didim, lê min nabin, qebûl nakin.' Got, girtîgeh dibêje tu derewan dikî. Nabin nexweşxaneyê û paşguh dikin. Hemû jî di erdhêjê de birîndar bûne, lê yek ji wan jî nebirine nexweşxaneyê. Digot dema erdhêj çêbûye me ji wan re digot, 'Bi hawara me de wer in', digot 'dihatin ber derî qîr didan û henekê xwe bi me dikirin'. Niha di çi rewşê de ne, ez nizanim. Hevdîtina wan a bi telefonê kirine 7 deqîqe. Di van 7 deqîqeyan de teyban û stranan vedikin da ku em ji hev fêm nekin. Em tu tiştî ji hev fêm nakin û piştre jî telefon tê qutkirin. Hê ku em fêr nabin bê ka pirgirîkên wan çi ne telefon qut dibe. Destê wî yê rastê niha nalebite. Ji bo ku pêdiviyên xwe pêk bînin pereyê wan nadin wan. Carekê li Mereşê ew pereyê di qertên wan de hemû desteser kiribûn. "   'BILA TU KES NESEKINE'   Erden xwest ku hemû malbatên girtiyan rabin ser pêyan û wiha bang kir: "Banga me ji bo saziyên mafên mirovan heye ku xwe bêdeng nekin û çi ji destê wan bê bikin. Bila dayik rabin ser pêyan û bibêjin êdî bes e. Em hemû xwediyê vê ax û avê ne. Zarokên me hemû xelas kirin. Bila tu kes nesekine û çareyekê ji van pêkanînên re bibînin."