Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin 2023-04-04 09:03:12   ÎZMÎR - Lijneyên îdare û çavdêriyê yên li girtîgehan di nava 2-3 salan de herî kêm berdana 138 girtiyan taloq kirine. Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Zafer Încîn anî ziman ku bi şewitandina înfazan re girtî careke din tên cezakirin.    Ji ber polîtîkayên çewisîner yên li girtîgehên Tirkiyeyê, girtî rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Yek ji pêkanînên ku di salên dawî de tên pêkanîn jî şewitandina înfaza girtiyan e. "Rêziknameya Der Barê Înfaza Girtiyan de" ku AKP'ê û MHP'ê ew berpêşî meclisê kiribû, di 31'ê Adara 2020'î de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Di çarçoveya vê rêziknameyê de li girtîgehan Lijneya Îdare û Çavdêriyê hat avakirin. Ev lijne, li girtîgehan bi hinceta ku girtî "poşmanîtiyê" qebûl nakin înfaza wan dişewitîne.    HERÎ KÊM 138 GIRT; NEHATINE BERDAN   Li gorî daneyên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), ji çileya 2021’ê, ji roja ku rêziknameyê hatiye pêkanîn heya 1'ê Nîsana 2023'yan herî kêm berdana 138 girtiyan bi awayekî kêfî hatiye astengkirin. Di demên dawî de jî herî zêde Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê înfaza girtiyan dişewitîne.    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn, şewitandina înfaza girtiyan nirxand.   Încîn, destnîşan kir ku şewitandina înfazan pêkanîneke taybet e û got ku ev bi taybetî ji bo pêşîgirtina li berdana girtiyên 30 salên wan di girtîgehan de qediyane tê pêkanîn. Încîn, bi lêv kir ku armanca van pêkanînan ew e ku girtî di warê bîrdozî û siyasî de bên tepisandin û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê, dozger, memûr û heta psîkolog derî Lijneya Îdare û Çavdêriyê tevnagerin. Li vir lijne kom dibe û bi awayekî formalîte hevdîtinekê bi girtî re dike. Tişta tê kirin dijî hiqûqê ye."     GIRTÎ JÎ Û MALBATÊN WAN JÎ MEXDÛR IN   Încîn, destnîşan kir ku qanûna hatiye çêkirin li ser esasên kêfî hatiye çêkirin û got: “Li vir mebestên siyasî derdikevin holê. Ji pirsên ku ji aliyê rêveberiyê ve ji girtiyan re tên kirin, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku îradeyek di meriyetê de ye û girtî weke etnîk û siyasî têne kategorîzekirin. Înfaza girtiyan bi hincetên kêfî yên wekî hejmara pirtûkên ku girtî li girtîgehê xwendine, pirtûkên ji pirtûkxaneyê wergirtine û daxwazên girtiyan tê şewitandin. Bi vî awayî hem girtî hem jî malbatên wan tên mexdûrkirin."    GIRTÎGEHA ŞAKRANÊ   Încîn da zanîn ku li Herêma Egeyê herî zêde li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza girtiyan tê şewitandin û got: “Li vir sedemên gelekî pûç hene. Îdiaya ku qawîşa girtî tê de ne qawîşa rêxistinê ye, pirsên wekî 'tu poşman î?' ne di hiqûqê ne jî di destûra bingehîn de hene. Qanûnên heyî vê yekê qebûl nakin.”   'CAREKE DIN CEZAKIRIN'   Încîn, destnîşan kir ku şert û mercên înfazê yên li girtîgehên li Tirkiyeyê gelek giran in û got: "Bi vî awayî girtî careke din tên cezakirin. Ev yek li tu cihekî din ê cîhanê tune ye. Divê ev qanûnên dibin sedema mexdûriyetan bên betalkirin û danezanên gerdûnî yên ku Tirkiye li terefê wan e esas bên girtin."