Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e! 2023-04-04 09:06:03 AMED - Di ser giştînameya Wezareta Dadê ya ji bo berdana girtiyên nexweş re 3 meh derbas bûn, lê hê jî girtiyekî siyasî nehatiye berdan. Ji 3 kesên hatine berdan dudu jê ji ber doza derbeya leşkerî û yek jî ji ber sûcek edlî hatibûn girtin.    Raya giştî ji bo girtiyên nexweş bên berdan zor dabûn Wezareta Dadê. Piştî vê giştînameya ji bo berdana girtiyên nexweş di 3'yê çileyê de bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag hatibû weşandin. Lê heya niha girtiyekî siyasî jî sûd ji vê negirtiye û nehatiye berdan. Piştî weşandina giştînameyê bi erêkirina Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 26'ê çileyê de Îlhan Kiliçê 87 salî û Kenan Yildizê 75 salî yên ji ber doza 28'ê sibatê cezayê muebedê li wan hatibû birîn û girtiyê edlî Mûstafa Kartalê ji ber "nexweşnên xwe" hatin berdan. Di ser giştînameyê re 3 meh derbas bûne, lê hezar û 517 girtiyên nexweş (li gor daneyên ÎHD) yek jê jî nehatiye berdan.    Ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û di lîsteya ÎHD'ê de yek jî Siddik Guler e. Guler 27 sal in girtiye. Nexweşîna hîpertansiyon, dil û romatîzma pê re hene. Guler ji bo dermankirinê di 29'ê adarê de ji Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin.    Hasîne Guler, hevjîna Siddik Guler der barê rewşa wî de axivî.    ‘BI KURSIYA BITEKER TÊ CIHÊ HEVDÎTINÊ'   Gulerê anî ziman ku zarokên wê piştî erdhejê du caran çûne serdana bavê xwe û wiha got: “Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hevjînê min bi kursiya biteker anîne cihê hevdîtinê. Rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Her tim wî dibin nexweşxaneyê û tînin. Der barê nexweşiya wî de ji me re tiştekî nabêjin."    Gulerê giştînameya Wezareta Dadê bibîr xist û got: “Ev 3 meh derbas bûn, lê tu pêşketin çênebûye. Ew, kesên nêzî xwe berdidin. Lê dema dor tê girtiyên me wan bernadin. Ma ev edalet e? Yanî li vî welatî maf, hiqûq û edalet tune ye. Girtiyên nexweş ji ber temenê xwe û nexweşînên xwe nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest bên berdan.”   ‘LI TIRKIYEYÊ EDALET TUNE YE'   Gulerê destnîşan kir ku ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) girtiyên nexweş nayên berdan û got: “Eger li Tirkiyeyê edalet hebûya dê serbest bihatana berdan. ATK bi nedayîna raporê hem zilmê li girtiyên nexweş û hem jî li malbatên wan dike.”   Gulerê bilêv kir ku ji ber nexweşînên wê jî hene nikare biçe cem hevjînê xwe û wiha got: "Hevjînê min li bajarekî dûr e, ez pîr û nexweş im. Ez nikarim bi rêyên dûr de biçim, lewam nikarim biçim hevdîtinê. Ger neyê berdan jî ez dixwazim wî bînin da em karibin wî bibînin."    ‘PARTÎ LI SER SOZÊN XWE NEMAN'   Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltanê jî bibîr xist ku wan ji bo girtiyên nexweş salekê "Nobeta Edaletê" girtiye û tekane daxwaza wan berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bûye û got ku partiyên siyasîn yên ku ji bo vê soz dan, li ser soza xwe nemane.    ‘DIVÊ EDALET JI BO HER KESÎ HEBE'   Boltanê da zanîn ku ji xeynî xirabkirina rewşa girtiyên nexweş tu guhertinek din çênebûye û wiha dewam kir: “Durûtî kirin. Leşkerên ji ber derbeyê hatin girtin berdan. Lê dema dor tê ser girtiyên me (girtiyên siyasî) nayê berdan. Bila cihêtiyê nekin. Kurê min nexweş e û nexweşîna wî giran e. Di mejiyê wî de û di hin deverên laşê wî de perçeyên şerpanelê hene. Çavekî wî û milekî wî tune ye. Divê bê dermankirin. Lê nayê dermankirin. MAdem girtiyên nexweş berdidin, çima kurê min bernadin? Ev bêwijdanî ye. Bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe; ger zarokê wan bûna dê wiha bikirana? Divê edalet ji bo her kesî hebe.”   Boltanê bertek nîşanî raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên ATK'ê jî da û got ku bila ATK alîgiriyê neke.    MA / Mehmet Guleş