Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim 2023-04-04 10:35:30   STENBOL - Bawer Denîz ê kekê xwe yê girtiyê nexweşê giran Tûrgay Denîz di girtîgehê de winda kir, bi gotina “Min birayekî xwe winda kir ez naxwazim yê din jî winda bikim” bertek nîşanî şewitandina înfazê ya kekê xwe yê girtiyê nexweş Ûlaş Denîz da.    Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweşên giran bi mirinê re rû bi rû ne. Giştînameya ku ji aliyê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ve di meha çileyê de hate weşandin ji bo girtiyên siyasî ne çareserî ye. Rewşa bi hezaran girtiyên nexweş ku di bin rîskeke cidî de ne, di şert û mercên girtîgehê yên giran de xerabtir dibe. Giştînameya ku ji gotinê wêdetir naçe fikaran zêdetir dike.    Yek ji girtiyên ji ber şertên girtîgehê bi nexweşiyê ket jî Ûlaş Denîz e.    POŞMANTÎ LÊ HATE FERZKIRIN, ÎNFAZA WÎ HATE ŞEWITANDIN   Ûlaş, ê di çarçoveya lêpirsîna di sala 2011’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihate birêvebirin de li mala xwe ya li navçeya Sûltanbeyliya Stenbolê hate binçavkirin û piştî 3 rojan sewqî dadgehê hate kirin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Metrîsê. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê jî di darizandinê de bi îdiaya “Madeyên teqemeniyê li cem wî hene” 20 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Denîz ê bi dorê sewqî girtîgehên Enqere û Tekîrdagê hate kirin, niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê ya Kocaeliyê tê ragirtin.    Denîz ê beriya niha nexweşiya wî ya Tuberkulozê hebû ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiya wî pêş ket û her wiha bi nexweşiyên dil û çavan ket. Denîz ê di 28’ê adarê de derxistin Lijneya Çavdêriya Îdarî ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir, înfaza wî hate şewitandin û 6 mehan hate taloqkirin.    LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞIYÊN WÎ ZÊDE BÛN   Birayê Denîz, Bawer Denîz ê têkildarî mijarê axivî wiha got: “Nêzî beriya salekê kekê min Tûrgay Denîz ê tevî nexweşiyan nehate dermankirin me winda kir. Ew jî nexweş bû lê neberdan. Ji bo me pêvajoyeke gelek zor bû. Em gelek ditirsin ku niha heman rewşê ji bo kekê min ê din bijîn. Her tim rewşeke nediyar heye. Min kekekî xwe winda kir naxwazim ê din jî winda bikim.”   Tûrgay Denîz ê tevî rapora nexweşxaneyê û ji ber nexweşiya tuberkulozê 12 salan bi tupî re jiya jî nehate berdan, ji ber aciz bû bêyî malbata wî bê agahdarkirin rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Cerrahiya Sing û Nexweşiyên Sing a Yedîkuleyê. Ji ber rewşa tenduristiyê ya Tûrgay Denîz ê hate emeliyatkirin ber bi nebaşiyê ve çû rêveberiya girtîgehê ya li malbatê geriya got ku derbarê Denîz de biryara berdanê hatiye dayîn û tedawiya wî ya li nexweşxaneyê didome. Lê Denîz di 2’yê sibata 2022’yan de jiyana xwe ji dest da.    Ji Tûrgay Denîz paş ve ev nîşe ma: “Stargeheke min nîne. Hefteyê tenê carekê dikarim çarşefên xwe biguherînim. Ji roja nexweşbûm ve gelek kêm radizim. Jiyan li min bûye bar.” Denîz bi bîr xist ku beriya ku kekê wî jiyana xwe ji dest bide Saziya Tiba Edlî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dabû û li ser kekê wî aciz dibe rakirine nexweşxaneyê.    Dayik Gulnaz Denîz jî ev tişt gotin: “Dema ez herî dawî bi Tûrgay re axivîm ji min re got ‘Daye bizanebûn min li vir dikujin’.”