Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin 2023-04-04 10:48:55 HATAY - Li Taxên Armûtlû û Gazî yên Defneyê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin.    Tevî ku 58 roj bi ser erdhejê re derbas bûn jî hêj ji bin kavilan cenaze tên derxistin. Li Taxa Armûtlû ya girêdayî navçeya Defne ya Hatayê duh di apartmana Mehmet Akbay de cenazeyê zilamê bi navê Şefîk ku paşnavê wî nehate hînbûn hate derxistin. Dîsa ji heman apartmanê wêdetir jî cenazeyê jina bi navê Zelîf Karataş hate derxistin.    Di xebatên rakirina kavilan ên li kolana Çîçek a Taxa Gaziyê didomin jî ji avahiyeke kevin 6 cenaze hatin derxistin. Hate hînbûn ku cenaze aydê sûriyeyiya ne. Hate diyarkirin ku li her du taxan jî di bin kavilan de cenaze hene.