Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive! 2023-04-04 11:01:40   ENQERE  - Mehmet Paksoy ê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H’yê girtî ye, tevî ku înfaza wî qediya jî bi hinceta "zimanê rêxistinê diaxive" nayê berdan.   Girtiyên ku li girtîgehan bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû dimînin, dema berdana wan tê jî lê berdan tê astengkirin. Mafên wan berdanê an mirovî tê binpêkirin. Mehmet Paksoy ê ku bi birîndarî hat girtin û li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H’yê girtî ye tevî ku 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hatibû birîn, raza jî jî nayê berdan.   Paksoy di nameya ku şandiye de diyar kiriye ku her çend înfaza xwe temam kiriye jî bi biryara Desteya Îdareya Girtîgehê û Çavdêriyê berdana wî hatiye astengkirin. Paksoy da zanîn ku ev bû sê caran berdana wî tê astengkirin û vê carê jî hinceta "zimanê rêxistinê diaxive" berdana wî hat astengkirin.