Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît 2023-04-04 11:22:38 AMED - Rojnamevan Adnan Bîlen ê ku di lîsteya ziyaretvanan a Hevserokê DFG’ê Serdar Altan de cih digire hevdîtina wî bi “fikariyê” hat astengkirin. Li dijî astengiyê îtîraz hat kirin lê Dadgeriya Înfazê jî bi heman hincetê îtîrazê red kir.    Li Amedê di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 16’ê Hezîrana 2022’yan de 16 rojnamevanên kurd hatin girtin. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û rojnamevan Serdar Altan jî di nav van 16 rojnamevanan de girtî ye. Li ser daxwaza Altan sê kes bi rêya qanûnî dikarin biçin serdanê. Rojnamevan Adnan Bîlen ê ku di lîsteya hevdîtinê ya Altan de cih digire, bi hinceta “fikariyê” hevdîtina wî hat astengkirin. Resûl Temûr ê parêzerê Serdar Altan, li dijî biryara rêveberiya Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê serî li Dadgeriya Cezayê Înfazê ya Amedê da û îtîraz kir.    Dadgeriyê îtîrazê nirxand û bi heman hincetê hevdîtinê wek “fikariyê” dît û îtîraza hat kirin red kir. Dadgeriyê di biryara xwe ya redkirina îtîrazê de dibêje ku lêkolîn hatiye kirin û hevdîtina Bîlen û Altan bi “fikar hatiye dîtin û lewma biryara redê daye îtîrazê.