Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin 2023-04-04 11:34:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê di êrişa hewayî ya 3’yê nîsanê de DAIŞ’iyê payebilind ê bi navê Xalid Ayd Ehmad El Cebûrî hate kuştin.    Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di êrişa hewayî ya 3’yê nîsanê de li Sûriyeyê DAIŞ’iyê payebilind ê bi navê Xalid Ayd Ehmad El Cebûrî hatiye kuştin. Hate diyar kirin ku Cebûrî beriya niha li ser navê DAIŞ’ê li Ewropayê êriş plankirine û ji bo rêxistinê avaniyeke serokatiyê bi pêş dixist.