Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin 2023-04-04 13:01:58   AMED - Mîkaîl Ekîncî li gundê Bistin ê Çermûgê bi hinceta “guh neda hişyariya raweste” hate kuştin. Endamên malbatê îdiaya pevçûnê derewandin û wiha gotin: “Bi qasî du-sê deqeyan dengê çekan hat û piştre qut bû. Navberekê bi qasî sed metreyan bû, dikariyan bi saxî bigirin lê bi guleyekê kuştin.”    Polîsan bi sedema biryara girtinê, li mezraya Gulabaxça ya gundê Bistin ê Çêrmug a Amedê bi ser mala welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî yê 28 salî de girtin û bi hinceta “Guh neda hişyariya raweste” kuştin. Malbata Ekîncî, îdiaya pevçûnê derewand û da zanîn ku zarokê wan nêz bû û polîsan dikariyan wî bigirin.    ‘DIKARIYAN KURÊ MIN SAX BIGIRIN’   Dayika Ekîncî, Hanim Ekîncî wiha qala bûyerê kir: “Di saetên serê sibehê de hem gund hem jî mal hate dorpêçkirin. Dema bi ser malê de girtin, em li axûrê bûn. Me bihîst ku leşker hewl didin derî bişikînin û bikevin hundir. Hevjînê min jî jê re got; ‘hûn çima derî dişikînin, vaye em tên.’ Lê guhdar nekirin. Berê çekan dan me tevan. Li gel ku hevjîna Mîkaîl ducanî bû jî tundî lê hat kirin û bi dîwar ve zeliqandin. Zarokên wê pir tirsiyan. Tevî ku birînên tîyê min hebûn jî bi qontaxa tifingê lê xistin. Hevjînê min jî pê devî li erdê dirêjkirin û destên wî pişt ve girêdan. Demek piştre dengê çekan hat. Lê nehiştin em derkevin derve. Ji me re negotin bê ka zarokê min mirî ye, yan birîndar. Nehiştin ez cenazeyê wî bibînim. Ambulans jî du saet piştre hat. Dikariyan kurê min bi destan bigirin lê kuştin. Dema cenazeyê kurê min li erdê, leşkerên ew kuştin bi helîkopterê ji qadê birin.”    ‘EM BI SAETAN DI NAVA HERIYÊ DE HATIN RAWESTANDIN’    Jinbiraya Mîkaîl Ekîncî, Guzel Ekîncî jî wiha qala roja bûyerê kir: “Serê sibehê saet derdora 07.00’an bû. Berê tifingê dan pişta hevjînê min û jê re gotin; ‘bikeve hundir.’ Em tevek xistin odeyekê. Berê tifingê dan pişta hevjînê min û li tevahiya malê gerandin. Dengê çekan hat. Em dipirsin bê ka çi bû lê bi tu awayî bersiv nedidan. Tenê digotin bêdeng bin û rûnin cihê xwe. Bêyî ku cenazeyê Mîkaîl nîşanî tu kesekî bidin, ji wir birin. Tu çek bi Mîkaîl re nebûn. Derdora wî bi temamî hatibû girtin û dikariyan wî bigirin an jî birîndar bikin. Lê wan Mîkaîl kuştin. Navbera wan pir nêz bû û dikariyan bigirin. Bi zanebûn gule lê reşandin. Kesekê tenê gumanbar bi kîjan sedemê dikujin?”    ‘ME LI SER BÊTÊLÊ BIHÎST’   Kekê Ekîncî, Hasan Ekîncî jî diyar kir ku li ser bêtêla polîsên li mala wan hîn bûn bê ka çi bi serê birayê wî hatiye û ev tişt anî ziman: “Devera ku birayê min ber bi wê ve direviya bi temamî hatibû dorpêçkirin û dikariyan bi saxî bigirin. Saet derdora 07.00’an hatin gund. Dema leşker hatin gund, birayê min bi motosîkletê reviya. Ew jî bi wesayîta eraziyê ketin pey. Ji devera birayê min ber ve direviya dengê çekan dihat. Ji ber şoka bûyerê nayê birayê min bê ka çend gule hatin avêtin. Lê derdora 20-30 gule hatin avêtin. Dengê çekan heta 2-3 deqeyan domiya û piştre qut bûn. Di navbera wan û birayê min de tenê sed metre hebûn. Jixwe di nava eraziyê de bi wesayîtekê pêşî li ber hatibû girtin. Piştî dengê çekan qut bû, li ser bêtêlên polîsan anons kirin û xwestin dozger bê cihê bûyerê. Pênc deqeyên din jî derbas bûn. Piştre jî banga ambulansê kirin. Piştî ku me zanî li birayê min hatiye xistin, me xwest biçin wê derê. Lê em hatin derbkirin û tundî li me kirin. Tundî li dayika min, bavê min, birayê min, hevjîna min û li me tevan kirin. Piştre jî birayê min birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûgê. Piştre jî bo otopsiyê birin Amedê. Dozger, saet di 12.00’an de dozger hat. Tenê bi bavê min re axivî. Gotin ku tîma hatiye vê derê, ji Amedê hatiye.”    BI GULEYEKÊ HATIYE KUŞTIN   Ekîncî, destnîşan kir ku birayê wî ji mesafeyekê bi qasî sed metreyan dûr hatiye kuştin û wiha bi dawî kir: “Tenê guleyek lê hatiye xistin. Rapora otopsiyê nedan me. Bavê 3 zarokan bû, hevjîna wî ducanî ye û 28 salî bû. Divê hesaba tiştên li birayê min hatiye kirin bidin. Li mezraya me tenê 15 mal hene. Lê bi zêdetirî 60 wesayîtên zirxî û panzeran, bi polîsên tîmên taybet hatibûn. Gelo çi mantiqa vê heye?”