Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin 2023-04-04 13:23:23 MÊRDÎN - Li Mêrdînê di serdegirtinên malan ên serê sibê de herî kêm 3 kes hatin binçavkirin.    Li navçeyên Qoser û Nisêbînê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hatin kirin de herî kêm 3 kes hatin binçavkirin. Li Nisêbînê Şukriye Gokturk û Botan Sariboga, li Qoserê jî Serhat Senor hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.