Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin 2023-04-04 15:11:09   STENBOL - Komeke ku dixwest ji bo piştevaniya bi rojnameger Sezgîn Kartal re daxuyaniyê bide, rastî êrişa polîsan hat. Di êrişê de herî kêm 10 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.    Rojnameger Sezgîn Kartal, di 10’ê çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hate binçavkirin û girtin. Danişîna doza Kartal ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Gelek nûnerên sazî û komeleyên çep û sosyalîst ji bo piştgiriyê hatin pêşiya edliyeyê û xwestin bi daxuyaniyekê piştevaniyê bidin Kartal.    Polîsan, bi hinceta biryara “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” a Qeymeqamtiya Çaglayanê, destûr nedan ku kom daxuyaniyê bide. Çalakvanan jî bertek nîşandan. Polîsan, ji ewil girse dorpêç kir û rojnamegerên daxuyanî dişopandin bi darê zorê ji qadê dûr xistin.    Li ser vê yekê girseyê dirûşmên “Sezgîn Kartal rojnameger e” û “Bila Sezgîn Kartal were berdan” berz kir. Polîsan êrişî girseyê kir, çalakvanan ji pişt ve kelemçe kirin û binçav kirin. Hat zanîn ku herî kêm 10 kes bi lêdanê hatine binçavkirin.