‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’ 2023-04-04 15:24:40   AMED - ÎHD’a Amedê têkildarî êriş û cihêkariya nijadperest a li dijî kurdan daxuyanî da û got: “Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek hatiyê çêkirin.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî êriş û cihêkariya nijadperestî yên li dijî kurdan zêde dibin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dîsa dibin şahidê êrişên nijadperest. 3 karkerên li navçeya Bodrum a Mûglayê dixebitin, di 2'yê nîsanê de bi hinceta ku kurd in û 'bi kurdî diaxivin' bi êrişa devkî û fîzîkî re rûbirû man. Heman rojê beriya maça Bursaspor-Înegolsporê ya ku li navçeya Înegolê ya Bursayê hat lîstin, komek alîgirên Bursasporê êrişî wesayîta bi plaqeya 21 dikin û dîmenên wê belav bûn. Ji bo kurdên ku li Tirkiyeyê dibin hedefa gotin û pêkanînên berbelav û cihêkar, atmosfereke ku kurd nefesê negirin hatiye afirandin. Ji xebatkarên partiyên siyasî bigire heta kedkar, rojnameger û parêzvanên mafan dibin hedef.   POLÎTÎKA DIBE SEDEMA ÊRIŞAN    Hebûna kurdan a li dijî nîqaş û polîtîkayên înkarê yên tund nerehetiyê derdixe holê. Beşên nijadperest ên ku xwe dispêrin polîtîkayên înkarê, ji polîtîkayên hiqûqî û rastîn ên vîna siyasî hêz digirin.”