Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin 2023-04-04 15:27:40   ÊLIH - Li Êlihê derbarê saziyên sivîl ên civakî de bi îfadeyên “şahidên nepen” doz hate vekirin. Serokê Baroyê Erkan Şenses bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku bi rêya darazê li dijî saziyan komplo hatiye kirin.    Li Êlihê saziyên sivîl ên civakî û komele jî di nav de derbarê gelek saziyan de bi îfadeyên “şahidên nepen” bi hinceta “ji rêxistinê re pere dişînin” li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Êlihê doz hate vekirin. Nûnerên saziyan ên vekirina dozê weke “komploya bi rêya darazê hatiye avakirin” dinirxînin, li Baroya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên Baroya Êlihê, Yekitiya Odeyên Dikandaran a Êlihê, Şaxa Odeya Avahîsazan a Êlihê, Sendîkaya Petrol-Îş’ê, Şaxa Egîtîm-Sen’a Êlihê, Sendîkaya Genel-Îş’ê, Şaxa SES’ê ya Êlihê, Odeya Kafevanên Înternetê û Qehwevan a Êlihê beşdarî civînê bûn.    HEWLDANÊN KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ   Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses ê li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar da, diyar kir ku peywîra xwe di çarçoveya qanûnan de pêk tînin û wiha got: “Li hemberî hewldana derdorên ku ji van peywîran aciz in, bi bikaranîna darazê ya weke amûrekê re saziyên me krîmînalîze bikin, pêwîstî bi agahdarkirina raya giştî çêbû. Di doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hatibû vekirin de di ‘Girteka Îfadeyên Şahidê Nepen’ de li dijî saziyên me îdiayên der aqilane hatine kirin û ‘peywîra dane wî kesî/ê’ bi cih anîye.”   RASTIYA ‘ŞAHIDÊ NEPEN’   Şenses, destnîşan kir ku di gelek mijarên di biryarên darazê de jî cih girtin de “şahidên nepen” ji aliyê hêzên ewlehiyê û dozgeriyê ve tên arastekirin û wiha berdewam kir: “Di encamê de divê were zanîn ku saziya darazê herî zêde ji bikaranîna şahidên nepen a weke amûreke operasyonel, zirarê dibîne. Ev yek a li dijî saziyên me tê kirin, dişibe rêbazên FETO’yê.   ‘BÊBEXTÎ NEMERDANE NE’   Şenses, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li dijî bêbextiyên nemerdanên yên şahidê nepen ên derbarê saziyên me de darazê vedixwînin peywîrê û dixwazên diyar bikin ku li dijî vê komployê em ê derbarê şahidê nepen de ji sûcên ‘şahidiniya derew’ û ‘bêbextiyê’ serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bidin û giliyê şahidê nepen bikin. Xebatên me ji aliyê saziyên têkildar û wezaretan ve bi awayekî periyodîk tên kontrolkirin û ev rewş ji aliyê meqamên darazê ve jî tê zanîn. Em weke ode û sendîkayên navborî li dijî bêbextiya nemerdane ya şahidê nepen a derbarê saziyên me de banga hestiyariyê li saziyan dikin. Em dixwazin ragihînin ku ji bo ev kes li pêşberî darazê hesab bide em ê têbikoşin.”