Bexda û Hewlêrê li hev kir 2023-04-04 15:28:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Iraqê û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê têkildarî îxrackirina petrolê de li hev kir.    Hat ragihandin ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê têkildarî pirsgirêka îxrackirina petrolê, li hev kir. Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya navenda Parîs, di 25’ê adarê de biryar dabû ku Herêma Federe ya Kurdistanê petrola ku bo Tirkiyeyê îxrac dike bide sekinandin. Dadgehê biryar dabû ku rêveberiya petrolê di destê Bexdayê de be. Piştî biryarê, di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de pirsgirêk derketibû.    Têkildarî mijarê, rayedarekê rêveberiya Herêma Kurdistanê bi AFP’ê re axivî û ev agahî dan: “Li Bexdayê peyman hate îmzekirin û ev peyman dê îro bikeve meriyetê.”