Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-04-04 15:40:03   STENBOL - 5 dayikên di aktîvîteya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên îfadeyan hatin berdan.    Li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi avêtina gulan a behrê hatibû pîrozkirin. Jinên ku piştî pîrozkirinê hatibûn binçavkirin hatin berdan. 4 dayik ên bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” li ber peravê meşiyan gul avêtibûn behre li cihê çalakiyê, dayikek jî piştî çalakiyê dema diçû mala xwe di rê de hatin binçavkirin.    Dayikên ku birin qereqola li Taxa Kanaryayê, piştî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “Dijderketina li Qanûna Civîn û Xwepêşandanan” îfadeyên wan hatin wergirtin hatin berdan.