Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin 2023-04-04 15:41:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 74'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wanê û Îzmîrê bi çalakiyên cuda hatin pîrozkirin.   Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li taxa Qurûbaş a navçeya Artemêt a Wanê şitil hatin çandin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên MEBYA-DER, DBP, HDP, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Partiya Çep a Kesk û gelek kes beşdarî çalakiya çandiniyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Hat xwestin ku şitlên hatine çandin bibin wesîleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   ÎZMÎR    Komeleya Alîkariya bi Malbatên Xizmên Windayan ên Anadoluyê (ANYAKAYDER), Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER), HDP, DBP, TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê têkildarî rojbûna Ocalan çalakiya hevpar li dar xistin. Deqîqeyek rêzgirtinê hat kirin û sînevîzyona ku jiyana Abdullah Ocalan vedigot hat nîşandan.    'JI TIRSA DERIYÊ ÎMRALIYÊ VENAKIN’    Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e û got: "Çiqas dewlet li dijî wî derketin jî wan nikarîbû bixista ber çokan. Ji bo aştiyê, ji bo azadiya wî, ciwanên me, gelê me xwe feda kirin. Ji ber ku ji wî ditirsin deriyên Îmraliyê venakin. Şaxê darê ku dirêjî odeya wî dibe bi hinceta keskayî dide, birîn. Kurê min jî li Îmraliyê bû, li kêleka wî bû. Dema diçûm cem wî li 7 cihan li ser me lêgerîn dihat kirin. Tu hurmeta wan tunebû, tu nirxên mirovahiyê li ba wan nebû. Em vê zilmê şermezar dikin."   Dayikên Aştiyê paste birîn û şahî bi dawî bû.  COLEMÊRG   Bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Colemêrg’ê û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê, bi boneya 74'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Bayê ê  Colemêrgê şitil hatin çandin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên Colemêrgê, TJA û gelek endamên partiyê beşdarî bernameya şitilçandinê bûn.