Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê! 2023-04-04 16:15:29   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Li ber deriyê Edliyeya Rihayê bû 743 roj. Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!”   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 743’yan de berdewam dike.    Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” hate vekirin û dest bi nobetê kirin.    Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Dema ku tu şahidiyê ji neheqiyê re dikî û tevnagerî, tu yê piştî demekê hêza xwe ya parastinê winda bikî. Li ber deriyê Edliyeya Rihayê bû 743 roj. Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!”