Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestandYNK: Ev ambargo yasayî nîne 2023-04-04 16:16:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê ragihand ku Tirkiyeyê hemû seferên balafiran dane sekinandin. YNK’ê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku ev biryar, biryareke qanûnî nîne.    Berdevka Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê Hindirîn Hîwa Muftu da zanîn ku Şîrketa Geştên Hewayî ya Tirk hemû seferên meha nîsanê yên bo Silêmaniyeyê daye sekinandin. Hindirîn Hiwa diyar kir ku di heman demê de seferên nevegûhezî jî di nava biryarê de hene û wiha got: “Têkildarî betalkirina seferên bo Silêmaniyeyê me xwest ji rayedaran agahiyan bistînin lê heta niha jî tiştek ji me re nehatiye gotin.”    Malbenda 3 ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê têkildarî biryar aTirkiyeyê daxuyaniyek da û da zanîn ku biryara hatiye dayîn, encama siyaseta dijminane ya dewleta tirk a li hemberî kurdan e. Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Armanca wê ew e ku herêmê parçe bike. Em piştgiriya xebata her çar parçeyên Kurdistanê, pîrozbahiya Newroza Amed û helwesta Bafil Talebanî ya li ser firotina nefta Herêma Kurdistanê ya ji aliyê kompanyaya SOMO’yê ve dikin. Tirkiye geştên asmanî yên ji bo Silêmaniyeyê rawestand. Ev ambargo karek ne yasayî ye û hewldanek tevliheviyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ku dijî parçebûna Iraq, Herêma Kurdistan û herêmên dibin kontrola YNK’ê de ye.   Ev biryar piştî gefa Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar ya du roj piştî ketina helîkopterên hêzên Dijî Teror yên Rojavayê Kurdistanê hat. Bi vê biryarê re yekser gef li YNK’ê hatiye xwarin û gotine; ‘Heke piştgiriya we ya bi PYD’ê re heta rêya hewayî pêş ketibe, wê demê divê hûn betalkirina seferên balafiran jî ragirin.’”