Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan 2023-04-04 16:50:12   RIHA - Di dema vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li Xelfetiyê de 12 kes hatibûn binçavkirin. Temamiya binçavkiriyan hatin berdan.    Di dema vekirina buroya peywendiyan a hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li taxa Gogan a Xelfetî ya Rihayê de cendirmeyan êrişî girseyê kir û 12 kes binçav kirin. Her 12 kes jî hatin berdan.    Partiya Çep a Kesk duh xwest li Taxa Gogan a Xelfetiyê buroya peywendiyan a hilbijartinê veke. Lê leşkeran biryara qedexeyê ya Walîtiya Rihayê weke hincet nîşan dan û gotin ku dê destûrê nedin muzîk bên vekirin. Piştî ku girseyê dest bi gerandina govendê kir, leşkeran bi ava şid êrişî girseyê kir û Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş jî di nav de bi giştî 12 kes binçav kirin.    Ahmet Atiş, Ahmet Îstek, Mahmût Payam, Çîgdem Karakeçîlî, Emîn Tutal, M. Gulî Buyukturk, Halîl Genç, Selahattîn Algaç, Omer Kistak, Seyîd Ozturk, Mehmet Ozturk, Mehmet Ozturk û Sadik Dilbaz ku birin Qereqola Cendirmeyan a Goganê, piştî kar û barên îfadegirtinê hatin berdan.