Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir 2023-04-04 18:31:56   STENBOL - Partiya Çep a Kesk, li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê buroya hilbijartinê vekir.    Partiya Çep a Kesk li Taxa Kiraçê ya navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê buroya hilbijartinê vekir. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê FErhat Encu, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ên Stenbolê û gelek welatî tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê bûn. Di dema vekirina buruyoê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    'EM Ê FAŞÎZMÊ BIRÛXÎNIN'   Hevserokê navçeya Enseyûrtê Ercan Saglam ku di merasîma vekirinê de axivî, got: "Ji wan tirê dê bi girtina partiya me, kurdan bêçare bihêlin. Berê jî partiyên me hatin girtin. Lê em heya azadiyê bi dest nexin em ê dest ji bê têkoşînê bernedin. Em ê mal bi mal bigerin û gel vexwînin ser sindoqan û em ê vê faşîzmê birûxînin."    Paşê Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu axivî. Encu jî got: "Ji me re dibêjin em ê HDP'ê bigirin, lê em jî ji wan re dibêjin ku 'HDP, gel e, HDP partiya têkoşînê, partiya windayan e. Lewma hûn nikarin HDP'ê bigirin."    Encu destnîşan kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de desthilata AKP-MHP'ê hilweşînin û polîtîkayên wê yên qirêj di sindoqan de binax bikin.    Her wiha Encu rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî pîroz kir û got ku 4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e û divêt u carî neyê jibîrkirin.   Piştî axaftina Encu buro bi pêşengiya Dayikên Aştiyê bi tilîlî û govendgerandinê hat vekirin.