Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî 2023-04-04 20:01:18   RIHA - Malbata Şenyaşarê ku 743 roj in Nobeda Edaletê digire, li ber Edliyeya Rihayê fitirî. Rêxistina CHP'ê ya Halîliyeyê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 743’yan de berdewam dike.   Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar çalakiya xwe heya wextê fitarê domandin. Seroktiya CHP'ê ya navçeya Halîliyeyê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar kir û li vir bi malbatê re fitariya xwe kir.    Seroka CHP'ê navçeyê Mehtap Rastgeldî Sakaci ku di serdanê de axivî bi lêv kir ku doza malbata Şenyaşarê dozeke mafdar e û got ku ew ê piştî 14'ê Gulanê bi heq, hiqûq û edaletê re bi hev re bin.    Her wiha Seroka Desteya Jinan a CHP'ê Şukran Guzel Zentê jî anî ziman ku ew jin derdê Emîne Şenyaşarê wekî derdê xwe dibînin û got ku ew li cem malbata Şenyaşar in.   Ferît Şenyaşar jî malavayiya serdêran kir.