ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-05 09:00:13   * Medresa Sor a dîrokî tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin. Weqfa Hayratê alîkariya cîhadîstên li Îdlîbê kiribû.    * Cara duduyan berdana Hakan Abî yê di Girtîgeha Yozgatê ya ya Tîpa T a Hejmara 1'ê de ye, 3 mehan hat taloqkirin.    * Ji Dilxwazên akresatê yên li Elbistanê "Kona Sînemayê" çêkirine Alî Çetînsoy got: "Me dît ku gel dikare birînên xwe bicebirîne."    * Serokê IPPNW a Swîsreyê Dr. Peppe Savary, diyar kir ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe çekên kîmyewî bi kar anîne û got: "Delîlên di dest me de ji bo vê bes in, lê ji ber ku nayê hiştin em biçin herêmê em nikarin bi awayekî fermî piştrast bikin."    * Rojnameger Azad Şêro yê ku geşedanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dişopîne diyar kir ku li seranserî welat serhildanê, bi xwe re guhertinên mezin anîn û got: "Niha li Rojhilat û Îranê bêdengiyek heye. Ev bêdengiya ku niha heye bêdengiya beriya tofanê ye. Û tê gotin ku gel xwe birêxistin dike û careke din li hemberî hikûmetê derbikeve holê. Ev serhildane jî yan dê hilweşîne, yan jî dê heta hetayê gel nêçarî rejîmê bike."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 744’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza girtinê ya derbarê Komeleya Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin de hatiye vekirin wê li 13’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye bê lidarxistin. Jin wê beriya danişînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)   * Bi boneya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran wê li gelek bajaran daxuyanî bê dayîn. (11.30)   * Partiya Çep a Kesk wê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navçeya Peyasa Amedê Buroya Hilbijartinê ya Jinan veke. (12.00) ZINDΠ   * Belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş wê di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Seyhan a Edeneyê bê bibîranîn. (13.00)   * Şaxa ÎHD’a Amedê rapora ku têkildarî qetilkirina Mîkaîl Ekîncî ya ji aliyê leşkeran ve amade kirî wê li avahiya xwe ya komeleyê aşkere bike. (13.30)   * Ekolojîst, wê têkildarî binçavkirinên li navçeya Samandagê û texrîbata ji ber kavilan li Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)   * Danişîna biryarê ya doza derbarê cerdevanên li navçeya Qileban a Şirnexê tecawizê S.A.’yê kirin û jinbava wê ku fihûşê pê dide kirin wê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (15.00)   * Partiya Çep a Kesk wê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldanê li Taxa Bahçelîevler ya Êlihê buroya hilbijartinê veke. (20.00)