Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne 2023-04-05 09:01:10 WAN - Serokê IPPNW a Swîsreyê Dr. Peppe Savary, diyar kir ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe çekên kîmyewî bi kar anîne û wiha got: "Delîlên di dest me de ji bo vê bes in, lê ji ber ku nayê hiştin em biçin herêmê em nikarin bi awayekî fermî piştrast bikin."    Tirkiye di êrişên xwe yên li hemberî PKK'ê de çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne. Êrişên bi çekên kîmyewî yên di salên 90'î de dest pê kirin, heya niha didomin. Di 11'ê gulana 1996'an de li gundê Ballikaya yê Silopiyayê, di sala 2009'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê û di 31'ê tîrmeha 2011'an de jî li Şemzînanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve. Her wiha di êrişên 2019'an de ên li hemberî herêma Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek sivîl ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Tirkiyeyê bi şirîkatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve piştî ku di 17'ê nîsana 2022'yan de êriş birin ser Zap, Metîna û Avaşînê, li vir jî gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Êrişên li van herêman hê jî didomin. Navenda Parastina Gel (NPG), di tebax, Îlon û cotmeha 2022'yan de daxuyand ku 17 endamên HPG û YJA-Starê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha NPG'ê dîmenên du gerîlayên HPG'ê yên bandor ji çekên kîmyewî girtibûn jî belav kiribûn. Piştî ku ev dîmena hatin belavkirin, Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW), ji bo vekolîna der barê bikaranîna çekên kîmyewî de xwest bi Herêma Federe ya Kurdistanê.    Serokê IPPNW a Swîsreyê û Berdevkê Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan Dr. Peppe Savary ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî çend caran çûye Herêma Kurdistana Vedere, ji ajansa me re axivî.    ‘PIŞTÎ DELÎLAN ARTÊŞA TIRK BI VEŞARÎ HEREKET KIR'   Savary diyar kir ku ew bi pisporê kîmyewî Hans Blix re çûye herêmên ku çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn û wiha got: "Em çûn herêmê ji bo ku delîlên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de berhev bikin, lê ketina me ya herêmê ji aliyê waliyê PDK'yî ve hat astengkirin. Lê belê me xwe gihand malbateke gundî ku laşê zarokekî wan ji ber madeyên kîmyewî şewitîbû. Vî zarokê ku me xwe gihandê û daneyên der barê gund de ku me ew bi dest xistin li cîhanê deng vedan. Artêşa tirk gava ev çek bi kar anîn, hewl da bi awayekî sergirtî hereket bike, ji bo eşkere nebin. Ji lew re wan fêm kir ku dê rastî mueyîdeyên me bên. Lê mixabin dewletek ku em karibin bi dîplomasiyê pêwendiyê pê re deynin tune bû. Ger dewletek serî li OPCW an jî Neteweyên Yekbûyî bide, dê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin. DYA’yê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê serlêdan kiribû. Lê mixabin dewleteke kurdan tune ye, ji ber vê lêpirsînkirina vê ne pêkan e."    ‘ÇEKÊN HATINE BIKARANÎN ÇEKÊN KÎMYEWÎ NE'   Savary anî ziman ku dema çûne herêmê bi gelê herêmê re têkilî danîne û wiha got: “Di destê me de rasterast delîl tune bûn. Delîlên me ji bo piştrastkirina vê têr nekirin, lê bi awayekî fermî ev çekên kîmyewî ne. Madeyên ku hatine bikaranîn di peymanên navneteweyî de wekî madeyên kîmyewî têne hesibandin. Gundek hebû, bi qasî 20 kîlometreyî dûrî cihê ku çekên kîmyewî lê hatibûn bikaranîn. Lê peywirdarên herêmê nehiştin em biçin wir. Ez wer difikirim ku ji ber ku delîl li wir hebûn nehiştin em biçin."    Savarî bibîr xist ku PKK'ê der barê bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî daye û got: "Li gorî min daxuyaniyên PKK'ê rast in, lê mixabin weke min got, em nikarin bi awayekî fermî îspat bikin. Lê delîlên di dest me de ji bo vê bes in, lê ji ber ku nayê hiştin em biçin herêmê em nikarin bi awayekî fermî piştrast bikin."    'DEWLET TIŞTEKÎ NAKIN'   Savary bibîr xist ku lêkolînên xwe yên li herêmê wekî rapor berpêş kirine û got: "Rapora me ji bo gel raporeke eşkere ye û hemû dewletan ew xwendiye. Ez yeqîn dikim ku dewleta tirk jî ew xwendiye. Me rapor amade kir, lê dewlet di warê biakaranîna çekên kîmyewî yên Erdogan de tiştekî nakin. Ji bo çekên kîmyewî yên Sedam Husên her tişt kirin. Ji lew re ew di warê siyasî de di weziyeteke qels de bû."    Savary anî ziman ku xwediyê van çekên kîmyewî Alamnaya û Swîsre ne, lê ji ber penaberên di destên Erdogan de tiştekî nakin û got: "Artêşa Erdogan ji artêşên herî mezin ên NATO'yê ya çaran e. Yanî niha kes naxwaze lêkolîn bike ku Erdogan çekên kîmyewî bi kar tîne."    ‘GER ERDOGAN DI HILBIJARTINÊ DE BIÇE DIBE KU LÊKOLÎN BÊ KIRIN'   Savarî diyar kir ku eger Erdogan di hilbijartinê de têk biçe dê hêzên navneteweyî karibin lêkolînê bikin û got: "Em hêvî bikin ku ew di hilbijartinê de têk biçe, ji ber ku wê demê dê rewşa wî ne wekî ya niha be. Em, wekî IPPNW, çi ji destê me bê em ê bikin. Ez wiha difikirim ku dê hilbijartina li Tirkiyeyê rewşa heyî biguherîne. Her wiha ez wiha difikirim ku ger hikûmet biguhere, dibe ku hikûmeta nû serî li bikaranîna çekên kîmyewî nede. Tew belkî ji bo vê pêvajoya şer çareyek jî bê dîtin."    ‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ OCALAN'   Savary diyar kir ku gava yekem a piştî hilbijartinê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be û got: “Gaveke din jî divê azadiya Ocalan be. Azadiya wî mifteya çareseriya pirsgirêka kurd e. Çawa ku me li Afrîkaya Başûr çareseriyê di azadiya Mandela de dît, çareseriya azadiya kurdan jî Ocalan e. Modela Konfederalîzma Sosyalîst a Demokratîk modeleke adil e û çareya pirsgirêkan e, lê li çar parçeyên Kurdistanê, çar dîktator hene. Azadiya Ocalan mifteya azadiya tevahiya Rojhilata Navîn e."   MA / Berîvan Kûtlû