Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin 2023-04-05 09:01:43 COLEMÊRG - Cara duduyan berdana Hakan Abî ku di Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê de tê ragirtin, 3 mehan hate taloqkirin.    Ji ber polîtîkayên çewisîner ên li girtîgehên Tirkiyeyê, girtî rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Yek ji pêkanînên ku di salên dawî de tên pêkanîn jî şewitandina înfaza girtiyan e. "Rêziknameya Têkildarî Înfaza Girtiyan" ku AKP'ê û MHP'ê ew berpêşî meclisê kiribû, di 31'ê adara 2020'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Di çarçoveya vê rêziknameyê de li girtîgehan Lijneya Îdare û Çavdêriyê hat avakirin. Ev lijne, li girtîgehan bi hinceta ku girtî "poşmanîtiyê" qebûl nakin înfaza wan dişewitîne.    Li gorî daneyên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), ji çileya 2021’ê, ji roja ku rêziknameyê hatiye pêkanîn heya 1'ê nîsana 2023'yan herî kêm berdana 138 girtiyan bi awayekî kêfî hatiye astengkirin. Di demên dawî de jî herî zêde Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê înfaza girtiyan dişewitîne.    Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê berdana girtî Hakan Abî ku di sala 2017'an de li Edîrneyê hatiye girtin û bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "binpêkirina sînor" 7 sal û 5 meh ceza lê hatiye birîn, cara duduyan hatiye taloqkirin. Di 31'ê kanûna 2022'yan de ji ber ku Abî "poşmanîtî"ya lê hatibû ferzkirin qebûl nekiribû, berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin. Piştî 3 mehan, Lijneya Îdare û Çavdêriyê cardin bi heman hincetê berdana Abî 3 mehan taloq kir.    ‘WERE BI ME RE BIXEBITE'   Abî ku cara duduyan berdana wî hatiye astengkirin, lijneya îdare û çavdêriyê pirsên wekî "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo te çi ye?", "Gava tu derkevî tu yê daxilî nava xebatên partiyê bibî?" û "Tu yê alîkariya me bikî?" jê kirine û jê re wiha hatiye gotin: "Were bi me re bixebite."    Bav Halît Abî, têkildarî astengiya li ber berdana kurê xwe axivî. Bav Abî bilêv kir ku kurê wî di hevdîtina dawî de ya bi rêya telefonê gotiye, "Dê min bernedin, li benda min nesekinin." Bav Abî got: "Gava min jê pirsî ji bo çi? Got, hevalên wî jî çûne lijneyê û înfaza wan jî 3 mehan hatiye taloqkirin. Hevalekî kurê min zêdetirî 20 sal in girtiye û berdana wî jî 3 mehan taloq kirine. Divê girtiyên ku cezayên wan qediyane hemû bên berdan. Tişta tê kirin me diêşîne."    Bav Abî destnîşan kir ku êdî van bêhiqûqîtiya qebûl nakin û xwest demildest kurê wî û girtiyên bi heman tiştî re rû bi rû dimînin bên berdan.