Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin 2023-04-05 09:02:08   MEREŞ - Ji Dilxwazên Karesatê yên li Elbistanê "Konê Sînemayê" çêkirine Alî Çetînsoy got: "Me dît ku gel dikare birînên xwe bicebirîne."    Li Elbistana Mereşê mexdûrên erdhejê, li konên bê ceryan li ber xwe didin. Her wiha dilxwazên ku ji gelek bajarên din hatine jî hewl didin birînên mexdûran bicebirînin. Yek ji van jî koma Dilxwazên Karesatê ye ku di roja duduyan a erdhejê de hatiye Elbistanê û alîkariya mexdûrên erdhejê dike. Komê li Elbistanê "Konê Sînemayê" çêkiriye û li vir kêliyekê be jî hewl dide êşa zarok, ciwan û extiyaran sivik bike.    Ji Dilxwazên Karesatê Alî Çetînsoy wiha got: "Min got heya ez li ber televîzyonê bim, ez bêm vir alîkariya welatiyan bikim." Çetînsoy diyar kir ku fikra ji bo sînemayê jî piştî wextekê li wan peyde bûye û ev tişt anî ziman: "Em li vir her roj bi rojeveke din şiyar dibin. Em bi rojevên wekî şert û mercên hewayê, pêvajoya konebajaran, baran, lehî, rewşa zarokan û cihêkariyên li hemberî koçberan şiyar dibin. Me xwe di nava çandekê de dît ku me pê nizanibû. Paşê me got 'em dikarin ji bo van çi bikin?' Bi vî awayî fikra sînemayê li me peyde bû."    Çetînsoy bilêv kir ku ewilî bi fîlmên ji bo zarokan dest bi kar kirine, lê piştî hin mexdûrên erdhejê xwestine hin fîlman temaşe bikin, vê carê dest bi nîşandana fîlman kirin. Çetînsoy wiha behsa wê pêvajoyê kir: "Me koneke qerase çêkir. Konên me yên 30-40 metre hene. Ji bo em hundirê konê germ bikin me sobe danîn. Paşê me bi projeksiyonê dîmen da der. Me pêşî got em ê ji bo zarokan fîlmên kartonî nîşan bidin, lê paşê me xwe gihand ciwanan û dû re jî mezinan. Me li vir dewleteke kêrnehatî dît. Me temas bi pêdiviyên spesîfîk kir. Me temas bi cihên ku dewlet temasê wan nake kir. Me tiştên ku burokrasiyê nikaribû bike kir. Ez her sibeh tevî zarokan vê derê vedikim. Em radibin, em çopên çoqlatên ku me berê xwarine berhev dikin, em kursiyên xwe rast dikin û bi fîlmên kartonî dest bi roja xwe dikin. Paşê em ji bo mezinan fîlman vedikin."    ‘ME DÎT KU GEL DIKARE BIRÎNÊN XWE BICEBIRÎNE'   Bi domdarî Çetînsoy bal kişand ser dilxwazên ku ji bajarên cuda hatine Elbistanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em karbeşiyê dikin. Em bi vî awayî bihêz dibin. Me li vir dît bê ka bêdewletî çi ye. Me li vir xwe wekî zarokên biçûk dît. Me li vir dest bi avakirina her tiştî kiriye. Me bêdewletiyeke mezin dît. Lê me dît ku gel dikare birînên xwe bicebirîne."    MA / Yusra Batihan