Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin 2023-04-05 10:36:38 AMED - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xwest cezayê ji ber nûçeyên di rojnameyê de li rojnamevan Îsmaîl Çoban hatiye birîn were xerakirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban de bi hinceta ku di nûçe û nivîsên hejmarên 21'ê Sibata 2014 û 28'ê gulana 2014’an de "propagandaya rêxistinê kiriye" 2 îdianameyên cuda amade kirin. Di çarçoveya îdianameya ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin, Çoban bi îdiaya di hejmara rojnameya 21’ê Sibata 2014’an de "propagandaya rêxistinê kiriye" 2 sal û 4 meh û 3 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Parêzerê Çoban, Resûl Temur ji ber nirxandina delîlan, nebûna hincetkirina cezayê ku bi kîjan îfadeyan hatiye dayîn û sûcê diyarkirî yek ji sûcên pêşwext e, serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê (Dadgeha Îstînafê) da. Dadgeha Îstînafê, îtîraza di cih de dît û biryar betal kir.    40 HEZAR LÎRE CEZA    4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di doza ku ji ber hejmara rojnameyê ya 28'ê Gulana 2014'an hatibû vekirin de biryara betalkirinê da. Vê carê dadgehê bi yekdengî ji ber 2 hezar roj ve cuda cuda 20 hezar lîre bi giştî 40 hezar lîre ceza li Çoban birî.    Ji ber ku di dema cezakirinê de rêya Dadgeha Bilind hatibû girtin, parêzer nikaribû dosyeyê sewqî Dadgeha Bilind bike. Bi sererastkirina qanûnî re bi vekirina rêya Dadgeha Bilind re parêzer dosye bir Dadgeha Bilind. Parêzer Temur, li gorî xala "Îrovekirina nêrînên ku ji sînorên ragihandinê derbas nabe yan jî bi armanca rexnekirinê tên kirin sûc nabin" li xala 13'an a qanûna bi hejmara 13'an zêde kir û xwest cezayê hatiye birîn bê xerakirin.    XWEST CEZA BÊ XERAKIRIN    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ku dosyeyê lêkolîn kir û mutalaya xwe pêşkêşî Daîreya Ceza ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind kir û xwest cezayê pere bi îdiaya propagandayê hatiye birîn were xerakirin.    Dosye li Dadgeha Bilind e û lêkolîna wêdidome.