Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne! 2023-04-05 10:46:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê bi navê Vahyettîn Sari ku 25 sal in girtî ye, 23 saetên rojê bi tena serê xwe di hucreyeke tarî de tê ragirtin. Bijîşk dibêjin ku ji ber gumana nexweşiya helîna hestiyan divê Sari royê bibîne û sewqî nexweşxaneyê bê kirin lê Sari ev 3 meh in nayê sewqkirin û tavê nabîne.    Vahyettîn Sari, di sala 1997’an de li Wanê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Sari, ev 25 sal in girtî ye û di 31’ê kanûna sala 2022’yan de ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncana Enqereyê hate kirin. Ji roja hatiye sewqkirin heta niha di hucreyeke tarî de tê ragirtin û 23 saetan ji wir nayê derxistin. Dema Sari li Girtîgeha Panosê, hema hema her hefteyê bi malbata xwe ya li Wanê re hevdîtin dikir. Lê belê piştî ku sewqî cihekî hezar û 200 kîlometreyan dûr hate kirin, pir kêm derfetê dibîne ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike.    Bi ser sewqkirina Sari re 3 meh derbas bûn û cara ewil derfet dît ku bi birayê xwe Ahmet Sari re hevdîtinê bike. Birayê Sari, Ahmet Sari got ku birayê wî di nava van 3 mehan de gelek pirsgirêk jiyane lê ji wan re zêde qal nake. Sari, diyar kir ku birayê wî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê di hucreya hejmar 14 a yekkesî ya Bloka A2’yê de tê ragirtin û ev agahî parve kir: “Bi ser re 3 meh derbas bûn lê hêj jî tav nedîtiye. Birayê min bi awayekî derhiqûqî û bêyî agahiya me jê hebe hate sirgunkirin. Hatibû sirgûnkirin û 5 roj piştre ji me re telefon kir û haya me wisa jê çêbû. Di nava van 3 mehan de xwişka min tenê 2 caran karî biçe serdanê û min jî cara ewil karî di 3’yê nîsanê de biçim serdanê. Lê di her du hevdîtinên bi xwişka min re de û di hevdîtinên ser telefonê de jî qala pirsgirêkên xwe nake. Lê dema min hevdîtin pê re kirî, min pirs jê kirin û neçar ma ku van pirsgirêkan vebêje. Birayê min hêj jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Îcar vê jî bes nabînin ku ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tê hiştin. 23 saetên rojê di wê hucreya yekkesî de dimîne. Rojê tenê saetekê ji bo sihbeta bi yek-du hevalên xwe re derdixînin cihê hewadariyê.”    'BI GUMANA HELÎNA HESTIYAN HATIYE XWESTIN KU BÊ SEWQKIRIN LÊ...’    Bi domdarî Sari destnîşan kir ku birayê wî piştî li Sîncanê hate sewqkirin, ji hêla bijîşkan ve hatiye muayenekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bijîşk, bi gumana helîna hestiyan xwest bê sewqkirin. Ji ber vê nexweşiyê, bijîşk xwest ku birayê min li cihê hewadariyê ku royê dibîne bimîne û sewqî nexweşxaneyê were kirin. Lê ev sê meh in nehatiye sewqkirin û xistine odeyeke ku jê re ‘hucreya tarî’ tê gotin. Li rex vê odeyê jî cihekî ku personel lê dimînin heye. Vekirin û girtina derî, wî pir aciz dike. Nizanim bê ka bi kumandayê tê vekirin an rêbazekê îşkenceyê ye. Lê dibêje ku her cara ew derî tê vekirin, weke ku erdhej çêbibe hîs dike û ji nişka ve ji nava cihê xwe derdikeve. Tevî ku guhgirk li ber guhê wî hene jî, her cara ev derî tê vekirin ewqas aciz dibe. Birayê min zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ye û cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Lê di şert û mercên giran ên cezayê muebbeta giran de tê ragirtin. Em dixwazin tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.”   25 SAL IN GIRTÎ YE   Vahyettîn Sari, di sala 1997’an de li Wanê hate girtin, cezayê muebbetê lê hate birîn û 25 sal in di girtîgehê de ye. Piştî Wanê, li gorî rêzê li girtîgehên Mûş, Sêrt û Girtîgeha Hejmar 2 ya Alîaga ya Îzmîrê mabû. Malbata Sari li Wanê dimîne û ji bo ku li cihekî nêz were sewqkirin, gelek caran serî li Wezareta Dadê da. Wezaretê jî di sala 2018’an de bi şertê ku malbat heqê rêyê bide, Sari sewqî Girtîgeha Tîpa L a Pansoê kir. Bi vê yekê re derfeta Sari çêbû ku dher hefteyê bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Cezayê Sari hindik mabû û malbat li bendê bû ku ji Panosê sewqî Wanê were kirin lê belê Sari di 31’ê adara 2022’yan de sewqî cihekî hezar û 200 kîlometreyan dûr anku li Girtîgeha Sîncanê hate sewqkirin.    MA / Abdurrahman Gok