Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin 2023-04-05 11:28:39   MEREŞ - Keyayê gundê Mûsolar ê bi ser Bazarcixê ve Taylan Sapan diyar kir ku ew bi fikar in ku wê bi tenê bên hiştin û pirs kir gelo dê kengê xanî li gund bên çêkirin.    Li gundên bi ser navçeya Bazarcixa Mereşê ve hê jî xebata rakirina kavilan nehatiye destpêkirin. Hê jî gelek pêdiviyên mexdûrên erdhejê nehatine bicihanîn. Li gundê Mûsolar ê bi ser navçeya Bazarcixê ve hê jî kavilên xaniyên hilweşandî nehatine rakirin. Li gund 143 xanî hilweşaiyane û hin mal jî xesar dîtine. Welatî ji bo pêdiviyên xwe şûştinê û tewaletê bicih bînin an li derdora konan an jî diçin malên xwe yên xesardîtî.    Birînên li gundê Mûsolarê bi piştevaniyê hatin pêçandin. Keyayê gund Taylan Sapan pêvajoya rojên ewil ên hilbijartinê bi bîr xist û destnîşan kir ku di rojên ewil de tu pêdiviyên wan nehatine dabînkirin û piştre rêxistinên sivîl xwedî li wan derketine.    FIKARA KU BI TENÊ BÊN HIŞTIN    Sapan destnîşan kir ku konên wan hene û dibe ku bi konteynir jî ji wan re bên û der barê çêkirina avahiyan de wiha got: "Dê kengê bigihêjin gundan? Em navçeyan dibînin. Mirov diçin derve. Lê li gundan şanseke me ya wisa nîne. Ji ber ku axa me heye, em li ser vê axê mezin bûne. Rez, baxçe, darên gundan. Dema em wek zindiyan li wan dinêrin, derfeta mirov namîne ku ji vê derê derkevin an jî biterikînin. Ji bo pêşerojê fikarên me hene. Fikarên me yên cidî hene ku dê avahî çawa bên qedandin, bên çêkirin an na. Ji ber ku ev der gundekî kurdên elewî ye. Dîroka wê ya 350 salî heye, lê heta îro tu kesî em qebûl nekirin wê ji îro şûn ve jî gelo me bi tenê bihêlin? Di vê xalê de fikarên me yên pir cidî hene.   AXA XWE TERK NEKIN   Dewletê alîkariyek pir hindik da me. Şaredarê AKP’yî hê jî li me negeriyaye û pirsa me nekiriye. Ev jî helwest û nêrîna wan li hemberî me ye. Cihêkarî ye. Gelek kes ji gund koçber bûn. Ev yek jî fikaran bi me re çêdike. Em gazî xelkê xwe dikin û dibêjin, terka axa xwe nekin.”    MA / Rûkiye Adiguzel