Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome 2023-04-05 12:02:46   ANTALYA - Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû. Heta niha 5 kes hatin rizgarkirin û xebatên lêgerînê yên ji bo 9 kesan jî berdewamin.    Bi qasî 22 mîl li nav perava navçeya Kumluca ya Antalyayê keştiyeke biyanî ku 14 murettebatên bi eslê xwe ji Sûriyeyê tê de bûn, noqî avê bû. Li ser agahdarkirinê, li cihê bûyerê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên girêdayî Fermandariya Ewlekariya Peravê hatin sewkirin. Hat ragihandin ku heta niha 5 personelên keştiyê hatine rizgarkirin û xebatên lêgerînê yên ji bo 9 personelên din jî didomin.    Waliyê Antalyayê Ersîn Yazici têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got ku keştiya bazirganiyê ya bi bandiraya biyaniyan a “Joe 2” noqî avê bûye û li ser îxbarê jî tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên girêdayî Fermandariya Ewlekariya Peravê sewqî herêmê hatine kirin. Yazici, da zanîn ku di keştiyê de 14 murettebat hebûn û ji van 2 jê bi helîkoptera Ewlekariya Peravê hatine rizgarkirin û derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Fînîkê hatine kirin. Yazici, diyar kir ku 3 xebatkarên din jî bi rêya keştiyên bazirganiyê hatine rizgarkirin û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo 9 xebatkarên din didomin.