Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir 2023-04-05 13:00:32   WAN - Hefteyek berê li Wanê berfeke zêde bariya lê dîsa jî tu bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir. Tê gotin ku ji ber kêmbûna avê, dibe ku pirsgirêkên mezin di çandiniyê de derkevin û rê li ber hişkesaliyê veke.   Hefteyek berê li Wanê berfeke zêde bariya lê tu bandor li rêjeya tijebûna bendavan nekir. Li gorî daneyên Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) yên beriya barînan; rêjeya tijebûnê ya Bendava Sarimehmet ji sedî 12.7 û ya Bendava Zernekê ji sedî 29.1 bû. DSÎ’yê piştî barînan jî daneyên nû parve kir. Li gorî daneyan; rêjeya Bendava Zernekê ji sedî 29.6 û ya Sarimehmet jî ji sedî 12.8 e.    Rêjeya avê ya bendavan di asteke krîtîk de ye û tê gotin ku ji ber kêmbûna rêjeya avê ya bendavan, dibe ku di rojên pêş de li Wanê û bajarên din ên ji van bendavan sûd digirin, bi pirsgirêkên avdaniyê û hişkesaliyê re rû bi rû bimînin.