3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin 2023-04-05 13:39:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê girtî Mehmet Yavûz û du hevalên wî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî ji Girtîgeha Şakranê sirgunî Girtîgeha Tekirdagê hatin kirin.    Binpêkirin mafan, zext û zordestiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê her roj zêdetir dibin. Gelek girtiyên nexweş û girtiyên ku poşmantiyê li wan ferz dikin û qebûl nakin nayên berdan. Ji bilî vê gelek girtî jî ji ber sedemên cuda tên sirgunkirin. Vê carê jî nivîskarê girtî Mehmet Yavuz û du hevalên wî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî di 1’ê nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Şakrana Îzmîrê sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekirdagê hatin kirin.    MIDURÊ GIRTÎGEHÊ JI BER PIRTÛKA KURDÎ EW SIRGUN KIRIN   Nivîskarê girtî Mehmet Yavûz di 3’yê nîsanê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku ji ber naveroka pirtûka kurdî ya amadekirine midurê girtîgehê Hasan Çîmen ew ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Şakranê sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekirdagê kirine û berî bê sirgunkirin jî 15 roj cezayê hucreyê li wî birîne.